REQQA- Şervanên Odeya Çalakiya Xezaba Firatê Balafirgeha Leşkerî ya Tebqa ji komên DAIŞ rizgar kirin.
Çavkaniyên Hêzên Sûriya Demokratîk diyar kirin ku piştî şerên çend rojin didome şervanên Odeya Çalakiya Xezaba Firatê di seat 20’ên 26'ê Adarê de Balafirgeha Leşkerî ya Tebqa ji destê komên DAIŞ rizgar kirin.
Balafirgeha Leşkerî ya Tebqa meha Tebaxê 2014 an de DAIŞ ji rejîma Sûriyê ve girtibû. Balfirgeha Tebqa di erdnîgariya Sûriyê de cihêkî stratejîke û li navenda erdnîgariya Sûriyê de cihê xwe digre. Di heman demê de nêzî merzê Iraq û Tirkiyê ye. Ev balafirgeh duyem balafirgeha Hêzên Sûriyê Demokratîk rizgar dike. Hêzên Sûriyê Demokratîk di 2016'an de balafirgeha Minix ya li başûrê Azazê rizgar kiribûn.