Rojnamegeran li Kelarê kuştina rojnameger Nûjiyan şermezar kirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Kelar a Germiyan, komek rojnameger û çalakvan kuştina rojnamger Nûjiyan Erhan a li Şengalê ji aliyê çekdarên PDK'ê ve hat kuştin şermezar kirin.

Komek rojnameger bi armaca Rojnameger Nûjiyan bibîr bînin û êrîşkaran şermezar bikin li ber avahiya Radyoya Deng çalakî pêk anîn û daxuyanî dan. Li ser navê Ajansa RojNews, Nûçegihanê RojNews yê herêma Germiyan Berhem Letîf daxuyanî xwend û wiha got; "Mixabin di 3'ê Adarê de di encama êrîşên çekdarên PDK'ê yên li ser bajarokê Xanesorê ya Şengalê de rojnameger Nûjiyan Erhan bi giranî birîndar bû. Ji ber birîna wê giran bû, di 22'ê Adarê de li Nexweşnaye Şehîd Sarya ya li Hesekê şehîd bû. Em şehîdkirina Nûjiyan bi tundî şermezar dikin. Em daxwazê dikin ku di demek zûde ew çekdar dawî li hewldanên xwe yên bi rêya dagirkeran ku di xwazin Şengalê dagir bikin bînin."
Herî dawî Berhem Letîf wiha ragihand: "Em dixwazin ku êdî rojnameger bêdeng nemînin, li hemberî her êrîşekî li ser rojnamegeran û binpêkirina mafên rojnamegaran. Pêwîste hemû rojnameger yên partiyan ji di nav de xwedî yek helwest û yek dengî bin. Ji ber ku eger îro em li hemberî qetilkirina rojnamegaran bêdeng bîn, wê sibe em jî werin teror kirin."

Berpirsê Radyoya Deng Azad Osman agahî da ROJnewstê û wiha got; "Weke Radyoya Deng û Rojnameya Ewjîn me ev çalakiya şermezarkirina şehîdkirina rojnameger Nûjiyan Erhan ya li Şengalê hatî şehîd kirin organîze kir. Armanca me ya sereke şermezar kirina terorkirina Nûjiyane. Na be qet rojnameger bibin armanc. Bila birêya diyalog û guftûgoyê pirsgirêk û aloziyan çareser bikin. Ne bi şer."