Êrîşî birdariya 10'ê Cotmehê kirin

ENQERE - Kesên nasnameya wan nehat diyar kirin, di saetên êvarî de êrîşî Bîrdariya 10'ê Cotmehê ku ji bo bîranîna 100 Qasidên Aşityê yên di Mîtînga Aştî û Demokrasiyê de li Enqereyê di êrîşa DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn, kirin.

Hin kesên nasnameya wan nediyar êrîşî bîrdariya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê ya GAR'a Enqereyê kirin. Di 10'e Cotmeha 2015'an de Qasidên Aştiyê Mîtînga Aştî û Demokrasiyê pêk anîbû. Li dijî mîtîngê DAÎŞ'ê êrîş pêk anîbû. Di êrîşa DAİŞ'ê de 100 qasidên aştiyê jiyana xwe ji dest dabûn. Di êrîşê de çitên dora bîrdariyê hatin şikandin û çîçek hatin pelçiqandin.