Delîl winda kirin doz bi dawî kirin

AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê doza kuştina Enes Ata yê 8 salî ku di 2006'an de li Amedê bi bombeya gazê ya polîsan hat kuştin biryara bê şopandinê da. Dozger piştî 8 salan bi hinceta "Dem di serde derbas bûye" der barê polîs Ş.G. de biryara bêşopandinê da. Parezerê Malbata Ata Abdullah Zeytun, anî ziman ku kujer cerek din hatin parastin.

Di 28'ê Adara 2006'an de di serhildana li Amedê de zarokê 8 salî Enes Ata û Mahsun Mizrak ê 14 salî ji ber kapsûla gazê li serê wan ketibû jiyana xwe ji dest dabûn. Doz li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat vekirin. 32 rûniştinên dozê hatin ditin. Polîsê bersûc serbest N.O. H.A. û B.O hatin darizandin lê bê encam bi dawî bû. Derket holê ku emanetxaneya midûriyeta polîsan guleya bombeya gazê ya bû sedena kuştina Enes Ata yê 8 salî ji holê rakirine. Dîsa di rûniştina gulana 2014'an de derketibû holê ku cilên Enes Ata yên delîla kuştina Ata bû, ji ailyê polîsan ve hatiye îmkarkirin.

FÎŞEKÊN BOMBEYA GAZÊ 2 SALIN WINDA NE

Hêj lêpirsînê berdewam dikir di 2015'an de delîl ji holê hatin windakirin. Fîşeken bombeyên gazê yên bûbûn sedema kuştina Enes Ata yê 8 salî di emanetxaneyê de winda bûn. Piştî fîşek hatin windakirin 2 sal derbas bûn, lê hêj delîl nehatin dîtin û bûyer nehat ronîkirin. Dosgere komarê yê lêpirsînê dimeşîne der barê polîs Ş.G. de bi sedema “Erka xwe xerab pêk anîye" lêpirsîn vekir. Lê piştî 2 sal ket navberê biryar da ku jiber di ser bûyerê re 8 sal der bûye pêdivî bi lêpirsînê tune û biryara pêşopandina dozê da. Dîsa cilên Enes Ata yên ku wekî delîlê kuştina Ata bû di Gulana 2014'an de hati windakirin. Derket holê ku polîsan cil îmha kirine û delîl ji holê rakirine. Midûrê polîsan jî nivîs ji heyeta dadgehê re şand û diyar kir ku hemû qeydên bêtêlan ên 2015'an tev îmha kirine. Di dadgehê de derket holê ku fîşek winda kirine. Di runiştina dozê ya li 1'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku di 12'ê Hezirana 2015’an de hat dîtin li ser daxwaza heyeta dadgehê derket holê ku fişek hatine îmhakirin. Piştî fîşek hatin windakirin lêpirsîn hat vekirin û 2 salin didome. Lê li gel der barê polîs Ş.G. de lêpirsin hat vekirin jî bi hinceta dem derbas bûye der barê lêpirsînê de biryara bêşopandinê hat dayîn.

Endamê Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'a Amedê û Parêzerê Malbata Enes Ata Abdullah Zeytun, bertek biryarê da û wia got: "Bi hinceta 'Dem borîye' ser dosyayê digirin. Ev biryar veşartina sûc û parastina bersuc e. Di ser bûyerê re 11 sal derbas bûn. Ev biryar nişan dide ku li Tirkiyeya ku bersus û ceza tê parastin çavkirina sûc û bersûcan e. Dadgeh bi vê yekê li dijî polis û leşkerên kujer ên Enes Ata û Mahsum Mizrak helwesta xwe aşkere dike. Li gel delîlen şênber delîl hatin windakirin û ser dozê hat girtin. Her çend hat tespîtkirin ku yên sûc kirine polîs in jî dîsa delîl ji holê rakirin. Ev yek ji aliyê dadgehê ve jî hat tespîtkirin. Lê li şûna bên darizandin û cezakirin ev kes hêj li ser kar in. Ev jî encama bi sedan dosyayê ku em bûne şahidê wê ye. Bûjer bê girtin di bin parastinê de serbest tev digerin. Li gel biryara DMME'ê lêpirsînek çalak û xurt nehat meşandin. Herî dawi delil ji holê rakirin. Windakirina delilan û biryara bê şopandinê carek din kuştin rewa dîtiye û kujer parastiye.
Em dê li dijî ve biryarê îtîraz bikin û serlêdanên me yên hiqûqî dê berdewam bikin.

ÇI BÛBÛ?

Di bûyerên 28'ê Adara 2006'an de piştî 14 şervanên kurd bi çekên kîmyewî li deşta Şenê hatin qetilkirin û cenazeyên 6 şervanên kurd anîn Amedê, di pêşwazîkirina cenazeyan de polîsan mudaxaleyî girsê kiribû û bûyer derketibûn. Di bûyeran de zarokê 8 salî Enet Ata û Mahsun Mizrak ê 14 salî jî di navde 7 zarok 13 kesan di bûyerên Amedê û herêmê de bi bombeyên gazê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî 9 salan skandalên nû derketin holê. Derket holê ku guleya bombeya gazê ya bû sedema kuştina Ata û Mzirak ji aliyê midûriyeta polîsan ve hat windakirin. Têkildarî bûyerê doza 3 bersûcên polîs ên bi sucdariya "Bi zanebûna pêkan bûn sedema kuştinê" tên darizandin, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Lê doz bê encam bû. Dîsa der barê kesê delil windakirin de jî lêpirsîn hat vekirin û piştî 2 salan ev lêpirsîn jî bê encam ma.

Deniz Tekin - dihaber