Rozerîn bi tena serê xwe di hucreyê de tê girtin

MÊRDÎN- Kalê Rozerîn Kalkan a ku bi îşkenceya zayendî ya di bin çavan de dît re hate rojevê li girtîgehê tenê di hucreyê de tê girtin, Ramazan Kalkan diyar kir ku neviya wî ji ber ku bi tena serê xwe tê girtin bi kesekî re nikare biaxive, dengê wê jî hatiye guhertin.

Rozerîn Kalkan a ku di 11'ê Tebaxa 2016'an de li Mêrdînê hate binçavkirin 9 rojan li emniyetê rastî îşkenceya zayendî hatibû li Girtîgeha Tîpa E ya Nîgdeyê di tecrîdê de tê girtin. Di îdinamaya Kalkan a hate amadekirin de tê îdiakirin ku "ji bo rêxistinê bi kar bîne wesayît kiriye" ji ber vê yekê jî ji "endamtiya rêxistinê" "propagandaya rêxistinê" tê darizandin. Doza Kalkan dê di 3'yê Gulanê de li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bê dîtin. Malbatê diyar kir ku wesayîta ku ji bo darizandina Kalka hincet tê nîşandan li holê tuneye, di lêpirsîna xwe ya emniyetê de bêyî parêzer îfadeya wê hatiye girtin, parêzerê ku baroyê peywirdar kiriye ketiye îfadeyê.

Kalkan dema ku nû hate girtin ew li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê birine qawîşa "serbixweyan" li ser daxwaza wê birine nava girtiyên siyasî lê piştre jî birine Girtîgeha Tîpa E ya Nîgdeyê li vir di hucreyê de tê gritin.

'LI HEWŞÊ RASTÎ ÊRÎŞA GIRTIYÊN EDLÎ TÊ'

Kalê Kalkan, Ramazan Kalkan diyar kir îfade bi îşkenceyê hatiye imzekirin û wiha axivî: "Rozerîn dema ku hat girtin ewil li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê birin qewişan serbixweyan. Piştre jî sirgunî Girtîgeha Nîgdeyê kirin. Li wir di hucreyê de tê girtin. Miroveke bifikirin di hucreyê de tenê psîkolojiya wê dê xirab bibe. Îşkenceya fîzîkî dibe ku nekin lê di warê psîkolojiyê de zehmetiyê dikişîne. Dema ku derdikeve hewşê rastî êrîşa girtiyên edlî tê ji ber vê nikare derkeve hewşê jî."

Kalakn got ku ji bo ku neviya wî bibin girtîgeheke din an jî girtiyên siyasî bibin cem serî li riyên hiqûqî dane û wiha berdewam kir: "Me serî li Meclîsê, DMME'yê, NY'ê da lê encamek negirt. Daxwaza me ew e ku bibin girtîgehekî din a girtiyên siyasî hene. Ger ku li cem wê hevalên wê hebin bi axaftinê dikare stresa xwe bavêje."

Kalkan got ku her ku diçin hevdîtinê dibînin ku rewşa neviya wî xirabtir bûye û wiha axivî: "Dema ku em diçin dibînin ku psîkolojiya wê xirabtir bûye. Dengê wê jî xirab bûye, wekî berê nîne. Tenê dimîne bi kesekî re nikare biaxive. Daxwaza wê jî çûna cem girtiyên siyasî ye. Çiqas pirtûk bixwîne jî jiyaneke rêkû pêk nikare bidomîne. Ger ku tiştek bê serê wê berpirsyar Wezareta Dadê ye."

Kalkan diyar kir ku ew li Mêrdînê dijîn çûn û hatina Nîgdeyê jî ji bo wan zehmet e, ji bo ku bikaribin biçin girtîgehê 3 wesayîtan diguherînin ev jî di warê madî de wan dixe zorê.