Ji bo 'Na' ez hatim dûrxistin ez ê bêtir bêjim 'Na'

HATAY - Xwendekara Lîseyê Kardelen Çokluk ku ji ber "Na" ji lîsê hat dûrxistin, diyar kir ku ew dê bêtir bêji "Na" Çokluk, ani ziman ku ji bo "Na" bi ser bikeve dê bêtir bêje na û bixebite.

Li navçeya Antakya ya Hatayê di 22'ê Sibatê de di nava xebatên "Înîsiyatifa Ciwanên ji Serokdewletiyê de dibêje na heye" hat binçavkirin. Kardelen Çokluk (19) piştî hat binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqi dadgehê hat kirin û dadgehê ew serbest berda. Çokluk ku bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan ji liseyê hat dûrxistin. Dema li ezmûna YGS’ê dixebetî rêveberiya dibistanê ew ji dibistanê dûr xist. Çokluk serpêhatiyên xwe got û wiha axivî: "Ji ber ku min got na ez ji dibistanê hatim avêtin. Lê ezê bêtir li Nayê xwedi derkevim. Çokluk, anî ziman ku wê li Lîseya Selîm Tevfik Ocak Anadolu di pola dawî de dixwend. Lê ji ber min belavokên "Na" belav dikir ez hatim binçavkirin û hatim dûrxistin. Di çarçoveya "Heqaret li serokomar" kiriye" hat binçavkirin û hat berdan. Ez bi şertê kontrola edlî hatim berdan. Piştî ez hatim berdan hefteyek şûnde Midûrê dibistanê, Midûrê Polîsan û Midûrê Perwerdehiya Neteweyî der barê min de cezayê dîsîplînê dan û ez ji dibistanê dûrxistim. Walî ferman da midûrê dibistanê û xwest an min derxe dervê perwerdehiya vekirî an jî dibistan min biguhere. Lêpiştî lêpirsîna dibistanê midûrê dibistanê xwest ez qeyda xwe li dibistanek din çêkim. Lê tu dibistanên dewletê ez qebûl nekirim. Piştî vê yekê min çû qeyda xwe li lîseya taybet çêkir. Hindir roj ji ezmûnê re man û ez bi zahmetî amadekariya ezmûnê dikim.

'EZ DÊ BÊTIR BÊJIM NA'

Çokluk, anî ziman ku piştî dibistanê ceza da wî û şûnde ew dê bêtir bêje "Na" û wiha got: "Malbatê bertek nîşanî rêveberiya dibistanê da. Di referandumê de bi qasî "Erê", "Na" jî rewa ye. Li gel her tiştî ez dê bêjim 'Na'
Ez dê li dijî vê neheqiyê bêm. Ez bi van serpêhatiyên xwe dizanim ku ev pergal dê çi bîne serê me. Ez dê ji bo pêşerojek xweş, demokratîk û azad bêjim "Na"