QSD’ê erebeya DAÎŞ'ê ya bombebarkirî teqand

RAQQA- Şervanên QSD'ê erebeya bombebarkirî ya DAIŞ’ê beriya ku bighêje armanca xwe teqandin û bê tesîr kirin.

Şervanên Xezeba Firatê pêşveçûna xwe ya li derdora balafirgeha Tebqa didomînin. Di pêngavê de li hin herêman pevçûnên dijwar pêk tên. Li aliyê din li dijî êrîşên komên DAIŞ’ di nava parastinê de ne. Nûçegîhanên ANHA’ê ku hemeleyê dişopînin diyar kirin ku endamên DAÎŞ'ê li gundê El-Icêl a 1 kîlometreyanli başûrê Balafirgeha Tebqa ya leşkeriye xwestin bi erebeyeke bombebarkirî êrîş bikin. Şervanên QSD’ê bi erebeye hesiyan û beriya bighêje aramnca xwe ji dûr ve teqandin. Gundê El-Icil şeva derbasbûyî ji aliyê Şervanê Odeya Çalakiya ya Xezaba Firatê hate rizgarkirin.