Tabqayî: Zarokên me hesab dipirsin

REQA- Jinên ku bi operasyona QSD'ê li Tabqayê ji destên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin diyar kirin ku DAIŞ navê din ê mirinê ye, zilaman jî wiha gotin: "Zarokên mirovên ku îşkence li wan kirin niha hesab dipirsin. Bi QSD'ê re em ê wî feraseta tarî ji axa xwe bavêjin."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di operasyona rizgarkirina Tabqayê de pêş ve diçin, şervanan Balfirgeha Leşkerî ya Tabqayê azad kirin. Jibilî balafirgehê li herdu aliyê çemê Firatê bi dehan gund hatin rizfarkirin, bi sedan welatiyên Tabqayê jî ji destên DAIŞ'ê hatin xilaskirin. Tabqayiyên hatin rizgarkirin diyar kirin ku DAIŞ mafê jiyanê nade mirovan, ew ê bi QSD'ê re tarîtiya DAIŞ'ê ji axa xwe bavêjin.

MAFÊ JIYANÊ TUNEYE

Mihemed Ensar (40) diyar kir ku di bin navê îslamê de hemû zilm li wan tê kirin, di serî de cil û bergên wan mudaxaleyî her tiştên wan hatiye kirin. Ensar got ku tiştên ku DAIŞ ferz dike di îslamê de tuneye, tiştên herî jiyanî jî hatiye astengkirin û wiha got: "Hema ku qadê jiyanê nedihiştin. Bi vî rengî tu kesan xwe di ewlehiyê de hîs nedikir. Mafê jiyanê ya wan tuneye. Ger ku tu ne ji wan bî, tu mafê te tuneye. Mafê jiyanê nadin." Enzar anî ziman ku DAIŞ bi her awayî şopên nebaş ji wan re hiştiye û DAIŞ îslamê li gorî xwe dijî û tu aliyeke wî yê mirovî tuneye. Ensar da zanîn ku ji ber vê yekê reviyane xwe spartine QSD'ê tişta ku ewil hîs kirine azadî Bûye û ev wekî jiyanê ye.

'JIYANA BI DAIŞÊ DE JI MIRINÊ XIRABTIR E'

Jina bi navê Suad El Mubayet a 35 salî jî diyar kir ku DAIŞ ji bo jinan pencereke tarî ye, DAIŞ xwedî feraseta qirêj û hov e, li ber çavên zarokan mirov qetil dikin, cenazeyên wan li kolanan tên gerandin. Mubayet anî ziman ku li cihê DAIŞ heye jiyankirina jineke gelek zehmet e û wiha berdewam kir: "Her tim tirsek heye. Bi vî re jiyankirin ji mirinê xirabtir e. Quralên ku ew ji bo jiyanê tînin mirovan ditirsîne û ji ber ku ditirsin pêk tînin. Li ser navê Quranê diaxivin. Tiştên ku dikin û pêk tînin dibêjin di Quranê de derbas dibe lê em jî xwendiye tiştekî bi vî rengî nedîtiye. Di esasê xwe de li cem wan ji bo jinan jiyan tuneye."

'HESAB DIPIRSIN'

Welatiyê bi navê Zahîd Ehmet jî diyar kir ku dema DAIŞ'ê dagir kiriye bêlasebeb hatiya ragirtin û qala dema dîlbûna xwe kir. Ehmet diyar kir ku DAIŞ'ê derbarê wî de lêpirsîn vekiriye, ew bi sîxûriyê sucdar kirin û wiha berdewam kir: "Der barê min de nekarîbûn tiştekî îspat bikin. Ji ber vê yekê jî berdan. Lê piştî demeke dîsa hatin, min birin. Vê carê jî ji bo perwerdehiya şerîetê birin. Bi min re gelek kes anîn. Bi mehan em di perwerdehiyê de man. Dem bi dem bi şîdetê ol hînîme dikirin. Lê em ola xwe dizanin. Piştî ji wî perwerdehiyê derketin kesên ji bo perwerdehiyê anîbûn hemû reviyan û em hatin qadên QSD'ê. Ew zilm dê bi wan re nemîne. Zarokên mirovên ku îşkence li wan kirin niha hesab dipirsin. Em ê bi QSD'ê re vî feraseta tarî ji axa xwe bavêjin."