NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo referanduma guhertina Qanûna Bingehîn dengên yekem hatin bikaranîn. Welatiyên derveyî welat in îro dest bi bikaranîna dengan kirin.
Welatiyên ku li derveyî welat in ji bo referanduma 16'ê Nîsanê ya guhertina Qanûna Bİngehîn îro saet di 08.00'an de dest bi bikaranîna dengan kirin. Li Balafirgeha Ataturkê di sandoqên hatin danîn de welatiyan dengên yekem bi kar anîn.
Li gorî bernameya ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind diyar kirine li derveyî welat li nûnertiyan heta 9'ê Nîsanê li deriyên sînoran jî heta 16'ê Nîsanê dengên xwe bi kar bînin.