STENBOL - Şaredariya Beşiktaşê ya Stenbolê sal û nîvek berê li ser navê kolana Bariş navê kurdî 'Aşti' lê zêde kir û weki “Kolana Bariş-Aşitî" bi nav kir. Mufetîşê Mulkiye yê Wezareta Karên Hundir piştî salek û nîv şûnde lêpirsîn da destpêkirin.
Şaredariya Beşîktaş a Stenbolê di Roja Aştiya Cîhanê 1'ê Îlona 2015'an de bi Şaredariya Colemêrgê re bûbû Şaredariya xwehbira. Li ser vê yekê Şaredariya Beşîktaşê navê kolana Bariş wekî "Bariş-Aşîtî" guhert û gavek nû avêt. Lê piştî salek û nîv di ser guhertina navê kolanê re derbas bû, têkildarî navê kolanê lêpirsîn hat vekirin. Şaredarê Beşîktaşê Prz. Murat Hazinedar, anî ziman ku wê demê bi koma ku di navde xwendekar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û hunermend jî hebûn nêzî 200 kes bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê çûn Colemêrgê û bajarê Colemêrgê ziyaret kiribûn.
JI BO ŞAREDARIYA XWEHBIRA KOLANA 'BARIŞ-AŞİTİ'
Pişti ziyaretê di çarçoveya peymana Şaredariya Xwehbira ya di navbera Şaredariya Beşîktaş û Colemêrgê de bi minasebeta Roja Aştiyê navê Kolana Bariş di sala 2015'an de kurdî 'Aştî' lê zêde kirin. Li hemberî vê yekê Şaredariya Colemêrgê jî navekî kolana xwe kirin Kolana Beşîktaş. Di merasima guhertina navê kolana “Bariş-Aşiti” ya li Beşiktaşê de kevok hatibûn firandin û pîrozbahî pêk anîbûn. 1,5 sal di ser guhertina navê kolanê re derbas bû. Lê piştî 1.5 sal derbas bû Mufetîşê Mulkiye yê Wezareta Karên Hundir lêpirsîn da destpêkirin. Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Duh serokwezîr li Bedlisê digot "Bi kurditiya xwe kêfxweş bin. Lê îro navê aştî nayê tehamulkirin."