'Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin'

ANTALYA - Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê bal kişand li ser grevên birçîbûnan ên li girtîgehan û daxuyand ku rewşa girtiyan giran dibe û divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.

Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê ji bo balê bikişîne li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku gelek kes beşdar bûn de Hevseroka HDP'ê ya Antalyayê Songul Şarkli axivî û diyar kir ku di serî de li Girtîgena Şakranê ya Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, Girtîgeha Jinan a Sîncanê û Girtîgeha Tîpa F a Wanê grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dike û rewşa girtiyên di grevê de her diçe xirabtir dibe.

'EM BI FIKAR IN

Şarkli diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê rewşa 7 girtiyên jin ên ku di grevê de ne nebaş e, tansiyona wan her diçe dikeve, kîlo winda dikin û xizmên girtiyan ji ber ewlehiya canê girtiyan bi fikar in. Şarkli da zanîn kuli Girtîgeha Tîpa L a Doşemealti ya Antalyayê 108 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem a dorveger a 5 rojan de ne û divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Şarkli anî ziman ku ew duh bi parlamenterê HDP'ê Garo Paylan re ji bo têkîldarî rewşa girtiyan agahî bigirin çûne Girtîgeha Tîpa L a Doşemealti û bi midûrê duyemîn ê girtîgehê re hevdîti pêk anîne, midûr bersiva "her tişt li gorî hiqûqê ye" daye wan. Şarkli diyar kir ku wekî HDP ew ê hemû binpêkirin û nehiqûqiyên li girtîgehan bişopînin û piştgiriyê bidin girtiyan.