ENQERE - Wezareta Karên Derve ya Îranê, bertekên hişk nîşani daxuyaniya Serokomar Erdog a 'Îran li herêmê polîtîkayên belavbûnê dişopîne' û daxuyaniya Cîgirê Serokwezîr Veysî Kaynak a “Dibe ku ji Îranê 3 milyon penaber bên Tirkiye" da.
Wezareta Karên Devve ya Îranê têkildarî daxuyaniya Serokomar Erdogan a "Îran li herêmê polîtikayên belavbûnê pêş dixe" û daxuyaniya Cîgirê Serokwezîr Veysi Kaynak a “Dibe ku 3 milyon penaber ji Îranê bên Tirkiye" daxuyanî da û bi zimanekî hişk Tirkiye hişyar kir. Wezareta Karên Derve têkildarî daxuyaniya Veysi Kaynak got: "Daxuyaniyek bê ahlaq û tuhaf e û wiha got: "Daxuyaniya Serokomar Erdogan nayên qebûlkirin. Mixabin rêveberiya Tirkiye der barê cîranên xwe de daxuyaniyên bê bingeh ku pirsgirêkan ava bikin didin. Enqere bi sucdarkirina derdorê sûcê xwe davê stuyê cîranê xwe. Îran 30 salin malovaniyê ji milyonanan penaberan re dike. Îranê heta niha ev merseleyên însanî nekirine mijara siyas."
Wezaretê xwest Tirkiye van mijarên mirovahî nekin mijare siyasî û hurmetê nîşanî daxwazên gelên Sûriye û Iraqê bidin.