ÊLIH - Sînemaya Yilmaz Guney a ku bi şewatekî bi guman şewitîbû bi temamî hate hilweşandin.
Sînemaya Yilmaz Guney a ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve di 2006'an de hate çêkirin û piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin hate girtin, bi şewatekî bi guman ve jî hate şewitandin, niha jî bi temamî hat hilweşandin. Sînemaya ku rojên borî malzemeyên ji hundir hatin derxistin herî dawî jî bi kepçeyan ve hate hilweşandin.
Ji avahiyê hurdit bi kamyonan birin û xurdefiroşan jî hesinên ku man kom kirin.
Sînemaya ku demeke ji bo mîhrîcanên çand û hunerê malovanî kir nayê zanîn ku dê li şûna wî çi bê çêkirin.