HATAY - Girtiyê li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderunê Mehmet Yilmizbakan ê 65 salî ku tevî nexweşiya xwe 5 salin girtiye, roja ku bihata berdan jiyana xwe ji dest da.
Li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderunê ya Hatayê girtiyê 65 salî Mehmet Yildizbakan ku di 2012'an de hat girtin û 5 salin tevî nexweşiya giran girtî bû, dê îro serbest bihata berdan. Yildizbakan, roja ku bê berdan jiyana xwe ji dest da. Yildizbakan ku tevî nexweşiya dil, şekir û nexweşiyên cuda girtî bû û nedihat berdan, 2 roj berê dîsa nexweşiya wî giran bû. Yildizbakan li şûna berdin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Yildizbakan ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, ji bo definkirinê anîn navçeya Dortyolê ya Hatayê. Yildizbakan, piştî kurê xwe yê PKK’î Kenan Yildizbakan li Mêrsînê hat girtin, tevî Feride Arbuz, hevsera xwe Nazire Yildizbakan, bûka wî Nuray Yildizbakan, kurê wî Lutfî Yildizbakan û xezûrê kurê wî Nevzat Topalel di sala 2012'an de hatin girtin. Yildizbakan di sala 2012'an de bi îdîaya “Alîkarî daye rêxistinê" hat girtin û dê îro di 27'ê Adara 2017'an de bihata berdan.
Yildizbakan, piştî hat girtin di sala 2012'an de der bare girtina xwe û rewşa xwe de agahî dabûn rojnameger Seyithan Akyuz û diyar kiribû ku nêzîkatiya dewletê bi dijminantî ye. Yildizbakan, diyar kiribû ku ev nêzîkatiya dewletê tu pirsgirêkan çareser nake û dê bêtir kûrtir bike û wiha got: "Yên ku gotin em hene û em li vir din wekî dijmin nêzî wan bûn. Mixabin ev helwest û feraset îro jî bi rengên cuda berdewam dike. Ji sala 2009'an tena niha di operasyonên siyasî de bi hezaran siyasetmedar hatin girtin. Ev encama vê ferasetê ye. Ji ber em kurd in em tên girtin. Nabêjin jin, zarok, kal, pîr. Hemû kesan digirin û davêjin zindanê. Pir aşkere ye ku ev pirsgirêk tu carî pirsgirêka kurd çareser nake.
' EV NE EDALET E'
Yildizbakan, diyar kiribû ku di sala 2010'an de qereqolê bang li wî kiribû û xwestibû ku kurê wî teslîm bibe û wiqa anîbû ziman: "Min got ez nikarin vê yekê bikim. 2 sal şûnde kurê min li Mêrsînê hat girtin. Piştre bi ser mala me de girt û em hemû binçav kirin. Di malê de tenê neviyê min ê 4 salî ma. Piştre tevi min Feride Arbuz, hevsera min Nazire Yildizbakan, bûka min Nuray Yildizbakan, kurê min Kenan Yildizbakan, kurê min ê din Lutfî Yildizbakan xezûrê kurê min Nevzat Topalel hatin girtin. Niha kilît li deriyê mala min xistine. Neviyê min ê 4 salî jî li cem pîra xwe ye. Ev yek jî têrê nake me her kesekî davêje zindanek cuda. Ez li Îskenderunê hevsera min, buka min û Feride li Girtîgeha Karataşê, kurekî min li Edene û kurê min ê din jî li Girtîgeha Tîpa M a Silifkeyê ye. Dewletê me tev xistin girtîgehê. Navê vê yekê ne dewlet e. Navê wê bê edaletî û zilm e."