SAMSUN / AMED - Li navçeya Rezan a Amedê polisan 2 ciwan darp kirin û ciwanek binçav kir. Li Samsunê jî li dijî endamên ESP’ê operasyon pêk hat û 5 kes hatin binçavkirin.
Li navenda Samsunê polîsan bi ser malên endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalist (SGDF) de girt. Beriya ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan bê Samsunê polîsan bi ser malan de girt û endama MYK'a SMK'ê Zuleyha Mangan, Endamê Meclîsa HDP'ê Murat Çepni û endamê ESP'ê Bahar Naz Karanlik, Fatma Çelik û Yilmaz Guler hatin binçavkirin.
Der barê endama ESP'ê Zafer Aydin û endamê SGDF'ê Ozancan Sari de jî biryara binçavkirinê hat dayîn.
LI AMEDÊ CIWANEK BI LÊDANÊ HAT BINÇAVKIRIN
Li navçeya Rezan a Amedê jî polîsan bi maşîneya Fort Ranger 2 ciwan rawestand û ciwan darp kirin. Polîsan piştre ciwanek bi ledanê darp kir û binçav kirin. Welatiyên bertek nişanî polîsan dan jî rastî neheqiya polîsank hatin.
Polîsan piştre destê ciwan kelepçe kirin û binçavkirin.