Rewşa tenduristiya girtiyên li Şakranê xetere ye

ÎZMÎR- Însiyatîfa Piştevaniya Zindanan a Îzmîrê têkîldarî greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê ya gihîşt doja 40'emîn rapor amede kir. Di rapor^ede hat gotin ku girtî kîlo winda dikin û rewşa wan a tenduristiyê gihiştiya asta xetereyê.

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ambargo û dorpêça li ser gundar bê rakirin di 15'ê Sibatê de dabûn destpêkirin gihîşt roja 40'emîn. Însiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan kir rapor. Di raporê de tê gotin ku tenduristiya girtiyan gihiştiye merhaleya xetereyê di navbera 10-16 de kîlo winda kirine.

Binpêkirinên ku di raporê de cih digirin wiha ye:


* Tecrîda giran heye. Di hewşê de qawîş hevdu nabînin.

* Li ser piyan hejmar tê girtin.

* Qewiş pir qerebalix in, nivîn têrê nakin. Di qawîşên 10 kesan de 15-20 kes dimînin. Ji ber ku zêde qerebalix e pirsgirêka hewa jî heye.

* Dema ku derdikevin hewşê pêkanîna pêlav pêke derxîne dest pê kiriye.

* Pêdiviya bijîşk dereng tê bicihanîn an jî qet nabin bijîşk. Muayeneya bi kelepçe tê ferzkirin.

* Qadên civakî hatine qedexekirin. Pirtûkxane jî di nav de.

* Pirtûk hatine kêmkirin. Pirtûkên ku qedexe nînin jî bi biryara îdareya girtîgehê ve tê qedexekirin. Nexşe jî nadin girtiyan. Ferheng ji ber ku qalind e nadin.

* Li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 girtiyên ku bi stranên kurdî û tirkî govend gerandine cezayê hucreyê girtine.

* Name tên desteserkirin.

* Yakaşên ku li ser terorîst dinivîse didin girtiyan û girtiyên vê yekê qebûl neke, destûr nade malbat wan ziyaret bike. Destûr nadin ku mafê xwe yê telefonê bikar bînin.

* Ser hewşê bi têlan hatiye girtin.

* Dema girtiyan derdixin hevdîtinê bi awayekî yek rêz li pey hev rêz dikin û wan didin meşandin.

* Dema hevdîtnê 4-5 gardiyan di maseyan de digerin û malbat û girtiyan bi zanebûn tacîz dikin. Girtiyan di 7'ê Sibatê de ev yek şermezar kirin û tenê 10 deqîqeyan derketin hevdîtinê.

* Girtiyên hatin sirgûnkirin bi zorê ew di lêgerîna tazî re derbas kirin. Yên tazîkirin qebûl nekirin jî bi zorê hatin tazîkirin û rastî lêdanê hatin.

* Di beşa zarokan a Girtîgeha Şakranê de 6 zarok rastî îşkenceyê hatin. Ji ber ku di nava xwe de bi kurdî axivîn rastî lêdanê hatin. Gelek zarok jî bi tirkî nizanin.

* Mafê wan ê destûra xelatê bêyî sedem nîşan bidin bi awayekî keyfî ji holê rakirine. Ev destûr mafê hevdîtina 2-3 saetan a malbatên ji dûr tên e.

* Ji bo mafê hatiye îhlalkirin girtî her roj nêzî 70 daxwazname didin. Yên bi riya daxwaznameyan dixwazin bi îdareyê re hevdîtin bikin ev daxwaza wan tê redkirin.

* Komîteya Şopandina Mafê Mirovan a Walîtiya Îzmirê çû girtîgehê ji balbat û girtiyan re hevdîtin kiriye. Piştî vê hevdîtinê 4 roj şûnde dîsa rewşa girtiyan û zextên li ser girtiyan zêdetir bûye. Rewşa girtiyên nexweş bêtir xerab e. Di van rojan de girtiyê nexweş Cengiz Eker divê teqez anjiyo bibe. Lê hêj sewqî doktor nekirine.

* Li girtîgehan ev rewş bi riya adlî û îdarî serledan hatiye kirin, lê dîsa bi encam nebûye.

* Tenê daxwazek girtiyan heye. Ew jî rakirina tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Divê zextên li ser azadiya girtiyan û pêkanînên rûmeta wan dişikîne bi dawî bibe.

Li girtîgehên Hêjmar 2, 3, 4 ên Şakranê û girtîgeha Jinan 25 girtî di greva birçîbûnê dene. Girtiyên ketine grevê navê wan wiha ye: "Eren Tekin, Sinan Ekmekçi, Mustafa Akar, Cengiz Dogan, Necdet Kaya, Erhan Aryuz, Murat Duran, Kadım Ozdemir, Zana Yaktin, Îhsan Balkaş, Ozgur Guçlu, Aslan Îlhan, Abdullah Aksu, Yusuf Ozdemir, Roni Yavuz, Muhammed Biru, Şivan Bilik, Ahmet Azad Hacıhemm, Naif Yargın, Veysel Kaya, Hurriyet Dogan, Mahsume Şadel, Cihan Asî, Meryem Soyemez û Deriya Morat di raporê de cih girtin.