AMED Rûnîştina doza Sereke ya KCK'ê ya Amedê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Di rûniştinê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli diyar kir ku ev dozek rêxistinî ye û ne dozek darazî ye.
Rûniştina 154 siyasetmedarên kurd ên ji doza sereke ya KCK'ê tên darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Berî rûniştin dest pê bike, gelek polîsan dora avahiya dadgehe dorpêç kir. Di runiştina dozê de 15 siyasetmedarên girtî amade bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Endama Meclîsa DBP'ê ya berê Çimen Işık, Pero Dundar, Turan Genç, Serokê DBP'ê yê berê yê Amedê Alî Şîmşek, Siyasetmedar Nadîr Bîngol, Bayram Altun, Kazim Kurt, Veysî Akar, Ferhan Turk, Celal Yoldaş, Kenan Bulut, Mehmet Aksunger amade bûn. Dîsa Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn ê li Girtîgeha Tipa T a Rihayê jî bi riya SEGBİS'ê amade bû. Endamên Platforma Hiqûqnasên Azad jî di navde zêdeyî sed parêzerên siyasetmedaran amade bûn. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Parlamentera HDP'ê Sibel Yigitalp, reveberên DBP û HDP'ê Amade bûn. Xizmên siyasetmedaran jî wekî çavdêr beşdarî rûniştina dozê bûn. Piştî xwendina nasnameyan siyasetmedaran parastin kirin. Hemû siyasetmedana parastinên xwe dubare kirin û mafê beraetê xwestin.
'EZÊ SIYESETÊ BERDEWAM BIKIM'
Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cin, anî ziman ku ev doz bi awayekî alîgir hatiye amadekirin û ne hiqûqî ye û beraeta xwe xwest. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî ani ziman ku doza KCK'ê ya sereke ji dozên Balyoz, Ergenekon, Poyrazkoy, Oda TV yên bi sedema "Kumpas" in hatin xistin ne cuda ne û wiha got: "Ev dosya bi awayekî rêxistinî hatiye amadekirin. Ev doz ne hiqûqî ye. Ev siyasî û rêwistinî ye. Ji ber vê yekê divê ev doz betal bibe.
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Ali Şimşek, Endama Meclîsa DBP'ê Çimen Işik, Endamê Meclîsa DBP'ê Turan Genç jî parastin kirin û beraetên xwe xwestin.
Parêzerê dozê Cihan Aydin, jî li ser navê hemû parêzer û siyasetmedaran bi 200 belgeyên pêvak parastina ku ji 90 rûpelî pêk tê kir. Aydın, anî ziman ku vê dozê serê 3 serokê dadgehan, 9 dadger û 9 dozgeran xwar û wiha got: "ev doz li ser guhdarkirigna holê hatiye amadekirin û delîlên sûc tune ne. Aydin, bilêv kir ku darizandina muwekilên wî ne hiqûqî û zagonî ye û xwest doz bikeve. Parastin piştî navbere dê dîsa bi parastina Prz. Aydin berdewam bike. Ger ku parastin berdewam bike heeta dadgehê dê rûniştina dozê heta sibê saet 16.00'an dirêj bike û sibê biryarê bide.