NAVENDA NÛÇEYAN- Buroya Mafê Mirovan a Kontona Cizîrê, ji bo penaberên li herêma Minbicê dimînin bang li rêxistin mafên mirovan kirin û xwest bi koçberan re bibin alîkar.
Buroya Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê serdana koçberên li Minbicê dimînin kir û derbarê rewşa wan de raporeke berfereh amade kir. Buroyê di raporê de diyar kir ku saziyên mafên mirovan bi qasî tê xwetin nabin alîkar û xwest her kes destê alîkariyê dirêjî penaberan bike. Buroyê di raporê de wiha got: "Hejmarek baş ji rêxistinên alîkariyên mirovî û bi navê cuda li Minbic û gundewarên wê, her wiha kantonên Cizîrê û Kobanê hene. Gelek aliyan ambargo li ser van herêman feriz kirine. Li van derveran di encama şerê li dijî komên terorîst rû dan, wêrankirin, xirakirin û koçberî çêbû. Her wiha ji aliyê aborî û siyasî ve bandoreke neyînî li ser civakê kir. Rêxistinên Mafên Mirovan li beramberî vê yekê erka ku ji wan dihat xwestin pêkneanîn. Idayên Koalîsyona Opozisyona Sûriyeyê ku li hemberî QSD`ê têne kirin, şêniyên Minbicê ev îdayên wan derew derxistin. Pêwistiya van kampan bi alîkariyên mirovî heye. Derfetên şêniyên Minibcê, Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê pêdiviyên koçberan nikarin pêkbînin. Em bang li Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku alîkarî ji koçberên li herêma Minbic, kantona Kobanê, Cizîrê û Efrînê dimînin, rêbikin.