NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Parastina Azadiya Rojnamegeran (Society For Defending Press Freedom-SDPF) li Iraqê, ji Hikûmeta Iraqê xwest ku dosya kuştina rojnameger Nûjiyan Erhan lêkolîn bike ku sedemên êrîş û kuştinê eşkere bike.
Komeleya Parastina Azadiya Rojnamegeran li Iraqê (Society For Defending Press Freedom-SDPF), bi armanca kuştina rojnameger Nûjiyan Erhan, di malpera xwe ya fermî de peyamek sersaxiyê belav kir. SDPF’ê di peyamê de sersaxî ji malbat, heval û hevkarên rojnameger Nûjiyan Erhan re xwest û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku dosyek ji bo eşkere kirina kuştina rojnameger Nûjiyan Erhan veke. SDPF’ê ji rojnamegeran xwest ku ji enî û cihên şer lê germin dûr rawestin.
Rojnameger Nûjiyan Erhan di 3'ê Adarê de dema nûçeya êrîşên komên PDK'ê li herêma Xanesorê ya Şengalê dişopand, pêşbergeyên sekvan gule berdan Nûjiyan û Nûjiyan di êrîşa pêşmergeyan de ji serê xwe birîndar bûbû. Nûjiyan piştî rakirin nexweşxaneya Hesekî, di şeva 22'ê Adarêde li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Rojnameger Nûjiyan bi merasimekê di 25'ê Adarê de li Şengalê defin kirin. Berê jî li Mûsûl, Mexmûr û Kerkukê 3 rojnameger hatibûn kuştin.