NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêşengiya rêxistinên KCD, TJA, HDP, DBP'ê de xebatên 'Na'yê bajar bi bajar, kolan bi kolan bê navber berdewam dike. Li Çanakkale, Mêrsîn, Wan û Agirî xebatan berdewan kir.
Ji referandumê re 19 roj man. Bi nêzikbûna referandûmê re eniya na xebaten xwe bajar bi bajar, kolan bi kolan berdewam dikin. Di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinen Azad (TJA) de kolan bi kolan xebat didomin. Li gundên Peyasa Amedê koma ku ji Parlamenterên HDP'ê Ziya Pir, endam û rêveberên TJA, HDP û DBP'ê pêk tê li nava welatiyan û esnafan geriyan û xebatên "Na"yê meşandin. Heyetê gundê Kirxalî ziyaret kir û bi germahiya zarokan hat pêşwazîkirin. Heyetê piştre bi tevlêbûna rêveberên ESP'ê li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê esnaf ziyaret kir. Heyetê li taxan û li nava esnafan belavokên "Na"yê belav kir. Heyet rastî eleqeyek germ hat.
ÇANAKKALE
Li çanakkale jî xebatên referandumaê berdewam dike. Karker, esnaf, xwendekar û hemû beşên civakê bi nivîsên "Na" xebatan dimeşînin û hewl didin ku her kesî bikişînin nava eniya "Na"yê. Esnaf bi fekî û temaên xwe nivîsa "Na" dinivisin û rengên balkêş û zindî ava dikin. Eniya "Na" bi nivîsa "Na" bala eniya "Erê" dikişînin ser xwe û wan tev li refên xwe dikin.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî li gel hemû astengî û zextan HDP'î xebatên "Na"yê dimeşînin. Rêveberên HDP'ê li taxên Ozgurluk û Çilekê yên Akdenîzê xebatên "Na" meşandin. Rêveberên HDP'ê tax bi tax û mal bi mal geriyan û sedema "Na" ji welatiyan re gotin. Heyetê di çarçoveya "Cîran te got NA' de welatî agahdar kir û xwest her malbat cîranê xwe hişyar bike u tev li eniya "Na" bike. Heyet piştre derbasî navçeya Yenîşehirê bû û li taxa Egriçamê bi welatiyan re sohbet kirin û xwestin bêjin Na.
WAN
Li Wanê jî parlamentera HDP'ê Bedia Ozgokçe Ertan û heyeta ligel wê esnafên navçeya Bêgirê ziyaret kirin. Ozgokçe esnaf ziyaret kir û bi esanfan re sohbet kir. Rêveberên HDP'ê li nava esnaf û taxên Koşk, Karahan û Unsellî welatî ziyaret kirin û xwestin bêjin Na.
AGIRÎ
Li Agiriyê jî heyeta ku Parlamenterê HDP'ê Berdan Ozturk, rêveberên HDP, DBP û TJA jî hene li taxa Yuzuncuyil geriyan û belavokên "Na" belav kirin. Rêveberan ji welatî û esnafan xwest ku zanibin çima dibêjin Na û xwestin li Nayê xwedî derkevin.