BOLU- Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger li Girtîgeha Şakranê ya Aliaga ya Îzmirê, Girtîgehên Tîpa F a Edirne, Girtîgeha Girtî ya Jinan û Girtîgeha Tîpa T a Wanê berdewam dikin. Niha jî 10 girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Boluyê jî dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kirin.
Girtiyên endamên PKK û PAJK’ê di 15'ê Adarê de bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û şert û mercên girtiyên siyasî bên bkaşkirin di nava şert û mercên azad de karibin tev bigerin li hemû girtîgehan kom bi kom ji bo mehekê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Li girtîgehên Şakran, Edîrne, Sîncan û Wanê jî girtiyên siyasî bi armanca zext û tundiya li ser mafên girtiyan şermezar bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdemg û bêdorveger kiribûn. Girtî ji bo parastina mafên xwe li Girtîgeha Şakran a Alîaga 41, li girtîgeha Edîrneyê 31, li Girtîgeha Sîncanê 32, li Girtîgeha Menemenê 21, li Wanê jî 20 rojin di çalakiya gireva birçibûnê de ne.
GIRTIYÊN GIRTÎGEHA TÎPA F A BOLUYÊ JÎ KETIN GREVÊ
Piştî girtiyên Girtîgeha Şakran, Edîrne, Sîncan û Wanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kirin, niha jî 10 girtiyên siyasî yên Boluyê jî ketin çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. 10 girtiyên girîgeha Tîpa F a Boluyê bi heman daxwazan îro di 27'ê Adarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
Çalakiya greva birçîbûne ya di 15'ê Adarê de dest pê kir û di 15'ê Nisanê de bi dawî bibe jî li hemû girtîgehan kom bi kom didome. Çalakiya gireva biriçûnê li Şakran a Alîaga 41, li girtîgeha Edîrneyê 31, li Girtîgeha Sîncanê 32, li Girtîgeha Menemenê 21, li Wanê jî 20 rojin berdewam dike. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, têkildarî çalakiya greva birçibûnê ku li girtîgehan berdewam dike Pirsname da Wezîrê Dadê Bekir Bozdag û xwest pirsên wê bibersivîne.
Bîrlîk ev pirs ji Bozdag pirsîn:
“*Sedema greva birçîbûnê û daxwazên wan yên ji bo greva birçîbûnê we lêkolîn kir û hûn bûn bersîva daxwazên wan ya na?
* Girtiyên ku ketine çalakiya grevê hêjmara wan çiqas e? Der barê rewşa girtiyên di çalakiyê de agahiya we heye. We tespita tenduristiya wan kir ya na? Tedbirên we yên der barê tenduristiya wan de çine?
*Girtî nêzî 2 mehin li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê dene. Li gel ku rewşa wan xera bûye jî hêj daxwazên wan nehatine bersivandin. Çima?
*Girtiyên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, piştî çalakiyê zext û tundiya li dijî wan zêdetir bûye. Li dijî wan muameleya xerab û îşkence heye ya na?
*Di demên dawî de îşkenceya li dijî girtiyan zêde bûye. Wekî wezaret hewldan û lêkolînê we yên ji bo vê yekê çine?
*Heta niha der barê çalakyên greva birçîbûnê de çima we tu daxuyanî nedaye. Hûn dê daxuyanî bidin ya na?
* Ji bo li girtigehan ev pêkanînên ku bû sedema çalakiyan bi dawî bibin hewldanên we çine?”