Li Colemêrgê 24 herêm hatin qedexekirin

COLEMÊRG -Ji aliyê Walîtiyê ve li navend û navçeyên Colemêrgê 24 herêm wek "Herêmên ewlehiya taybet" hatin îlankirin.

Ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve, gelek herênên navend û navçeyên Colemêrgê wek "Herêmên ewlehiya taybet" hatin îlankirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li 24 herêmên girêdayî navenda û nevçeyên Gever, Çelê û Şemzînanê yên Colemêrgê wek "herêmên ewlehiya taybet" hatine îlnakirin û qedexe dê heta saet 23.59'ê 12'ê Nîsanê bidome.