SÊRT - Li Sêrtê, rêveberên HDP'ê yên 18 roj berê hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Li Sêrtê rêveberên HDP'a bajêr Mehmet Polat û Hayrettin Ozdemir ên di 9'ê Adarê de di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî karên îfadedayîna li dozgerî û dadgehê, Ozdemir û Polat bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê û alîkariya rêxistinê" hatin girtin.
Polat û Ozdemir şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.