ŞIRNEX - Xebatên HDP'ê yên referandûmê li Şirnex û navçeyên wê berdewam dikin. Dema serdana malbatan de bi dehan zarokên ku bi gotinên, "Şirnex dibêje çi? Na, Na, Na" koma HDP'ê pêşwazî kirin û bi vê re gelek dîmenên rengîn derketin holê.
Di çarçoveya xebatên referandûma 16'ê Nîsanê de, li Şirnexê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez jî di nav de komek HDP û DBP'yî çûn serdana welatiyên taxa Yeşîlyûrtê. Di serdana malbatan de belavokên "Na"yê hatin belavkirin û koma HDP û DBP'iyan rastî eleqeyeke zêde hat. Di xebatên referandûmû de bi dehan zarokên taxê ketin nav koma HDP û DBP'yan û bi gotinên wan ên "Şirnex dibêje çi? Na, Na, Na" dîmenên gelek bedew derketin holê.