COLEMÊRG -Li Taxa Gongorê ya Geverê, cerdevan Nejdet Erener ê ku 5 roj in agahî jê nedihatin wergirtin, bi awayekî mirî hat dîtin.
Li Gevera Colemêrgê, cerdevan Nejdet Erener ê çend roj e agahî jê nedihatin wergirtin, bi awayekî mirî hat dîtin. Erenerê ku 5 roj in agahî jê nedihatin wergirtin, li Taxa Gongorê li avahiyeke terkirî bi awayekî mirî hat dîtin. Cenazeyê Erener rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Gever.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.