TEKIRDAG - Nûçegîhanên Rojnameya Şûjinê Bengisu Komurcu û Pelin Laçin ên dema li Çorlûyê nûçe dişopandin hatin binçavkirin, hatin berdan.
Nûçegîhanên Rojnameya Şûjinê Bengisu Komurcu û Pelin Laçin ên dema li Çorlûya Tekirdagê nûçe dişopandin hatin binçavkirin, piştî karên îfadedayînê hatin berdan.
Nûçegîhanên bi hinceta wêneyên avahiyên cemaweriyê kişandine hatin binçavkirin, piştî venêrîna tenduristiyê hatin berdan.
Her wiha ji bo vekolandinê kamera û telefonên nûçegîhanan hatin desteserkirin.