STENBOL -Mehmet Ali Aslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, diyar kir ku bi hinceta "ewlehiyê" her cure sepandin rewa kirine. Adar Ozel ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Maltepeyê tê ragirtin jî, anî ziman ku ji girtîgehê heta edliyeyê hatine derbkirin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Bi Rewşa Awarte (OHAL) re pêkûtî û şideta li girtîgehên Tirkiye û yên li herêmê her diçe zêde dibe. Hema hema her roj li girtîgehên cuda bi çewisandinî û şidetê bi ser girtiyên siyasî de diçin. Li dijî van çewisandinan girtî jî banga hestiyariyê dikin.
Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê û Girtîgeha Tîpa L a Jimare 1 a Maltepeyê hin ji van girtîgeha ne.
Girtiyê bi navê Mehmet Ali Aslan ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê nameyek şand. Aslan, di nameya xwe de diyar kir ku îdareya girtîgehê kesên ji heman dozê girtî ne, li blokên A û C'yê belav kirine û wiha got: "Paşê dema em dixwazin bi hevalên xwe re sohbetê bikin, dibêjin 'hûn li blokên cuda ne' û bi vî awayî daxwaza me tê redkirin. Yanî hem mafê me yê sohbetê tê desteserkirin, hem jî nahêlin em bi hevalên xwe re sohbetê bikin." Aslan, ragihand ku kovarên ji wan re tên şandin jî tên deteserkirin û her wiha ji bo pirtûkan sînorek jî hatiye dayîn.
'LÊGERÎNA TAZÎ' LI GIRTIYAN FERZ DIKIN
Aslan, diyar kir ku lêgerîna tazî êdî veguherandineke sepandineke rûtîn û wiha domand: "Di lingê hevalê me Huseyin Karaoglan de platîn heye. Ev rewş di raporên bijîşkan de jî diyar e, lê li gel vê jî bi hinceta 'dedektora destan hişyariyê dide' tim lêgerîna tazî lê tê ferzkirin. Dîsa hevalê me Selmani Ozcan jî ji lingê xwe emeliyat bûye. Niha lingê wî di qefesê de ye û wiha dimeşe. Ji bo berdewamiya tedawiya wî ew ji Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê şandin vir. Dê di Nîsanê de careke din bê emeliyatkirin. Her wiha ji ber 'rojiya mirinê' nexweşîna Wernîke Korsakofê lê peyde bûye. Li gel vê rewşê jî li nexweşxaneyê lêgerîna tazî lê tê ferzkirin. Di raporên bijîşkan de jî hatiye diyarkirin ku, nikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike û heke di qadeke teng de bijî dê ev bandoreke neyînî li tenduristiya wî bike. Lê li gel vê jî li hucreyeke yekkesî tê ragirtin."
‘DI BIN NAVÊ 'EWLEHIYÊ' DE HER TIŞT REWA KIRINE'
Aslan, dest nîşan kir ku di bin navê "ewlehiyê" de her cure çewisandin, êrîş û binpêkirinên mafan rewa kirine û got, ji bo nasnameyên nû ji girtiyan wêne û şopa tiliyan tê xwestin. Aslan, diyar kir ku wan berê ji bo vê gelek caran wêne kişandine û şopa tiliyên wan hatiye girtin, ji ber vê wan ev red kiriye, lê belê ji ber vê bi dehan gardiyan bi ser hucreyên wan de girtine û ew bi erdê ve kişandine.
Aslan, diyar kir ku ji ber li dijî van sepandinan wan li ber xwe daye, der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha got: "Di çend mehên dawî de der barê me de gelek lêpirsîn hatine vekirin. Di encama van lêpirsîna de bi salan mafê ragihandin û serdanê li me qedexe kirine, cezayê hucreyan li me birîne û ev hîn jî didome. Lê em ê her tim li ber xwe bidin."
BANGA LI RAYA GIŞTÎ
Adar Ozel ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Maltepeyê tê ragirtin jî, nameyek şand. Ozel, di nameya xwe de diyar kir ku di 21'ê Adarê de ew û Yusuf Bayram û Hogir Ozel ê ji heman dosyeyê tên darizandin birine Edliyeya Çaglayanê. Ozel, anî ziman ku di dema derketina dadgehê de li hundurê asansorê leşkeran ew derb kirine û dema asansor vebûye jî li korîdora edliyeyê polîsên çewîkê ew derb kirine. Ozel, diyar kir ku ev derbkirin heta ew anîne girtîgehê domandiye û wiha got: "Dema em gihan girtîgehê hema bêje em ji xwe çûbûn. Her derê me birîn û xwîn bû. Em vê îşkenceya dermirovahiyî bi tu awayî qebûl nakin. Ji bo vê dikarin li kamerayên ewlehiyê yên li korîdora edliyeyê ne bên nihêrîn. Her wiha me ji bo vê serlêdana sûcî kir. Em dixwazin raya giştî û parêzvanên mirovahiyê di vî warî de bi hestiyarî tevbigerin."