Ji niha ve encama referandûmê diyar e

EDENE - Li Edeneyê, tercîha gel a referandûmê diyar û zelal e. Gelê ku êdî şer û aloziyê naxwaze, dest nîşan kir ku dê li bajarê wan ji sedî 60 "Na" derkeve.

Yek ji bajarên ku dê bandorê li referandûma 16'ê Nîsanê bike jî Edene ye. Edene bi gelheya xwe ya 2 milyon û 201 hezar û 670'yî, li Tirkiyeyê 6'emîn bajarê mezin e. Ji ber polîtîkayên koçberiyê yên dewletê yên salê 90'î, li vî bajarê gelheya kurdan zêde ye û di heman demê de bi mozaîkbûyîna xwe ya gelan balê dikêşe. Li vî bajarê ku xwedî xakeke biberekt û berhemdar a Çûkûrovayê ye, di demên dawî de betalî û xizanîbûn lê zêde bûye.

Her wiha li vî bajarê her roj "Operasyonên Aramiyê" tên lidarxistin û gel ji ber van operasyonan û mercên Rewşa Awarte (OHAL) gelekî nerihet e.

DENGÊN HDP Û CHP'Ê ZÊDE BÛNE

Li Edeneyê, di hilbijartina 1'ê Mijdarê de AK Partî ji sedî 36.79, CHP ji sedî 29.78, MHP ji sedî 19.60, HDP ji sedî 11.74 û partiyên din ji sedî 2.03 deng stendibûn. Lê piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê tê dîtin ku rêjeya dengan zaf guheriye. Ji ber pêkanînên demên dawî alîgirên AK Partiyê refên xwe diguherin û her wiha ji ber îtifaqa MHP û AK Partiyê jî alîgirên MHP bûne du beş û ji van alîgiran derdoreke "ulkucu" ji bo "Na"yê tevdigere. Li gel vê li bajêr zêdebûna rêjeya dengên HDP û CHP'ê ye.

DI ANKETAN DE 'NA' LI PÊŞ E

Li bajêr xebatên ji bo "Na"yê bênavber didomin. Li qehwexane, kuçe, park, wesayîtên gihaniya giştî û karegahan mijara sohbetê tim referandûm e. Di sohbet û nîqaşan de nêrîna "Na"yê her li pêş e û her wiha ev di anketan de jî xwe dide der. Anket rêjeya "Na"yê ji sedî 60 nîşan didin. Her wiha li navçeyên Seyhan, Yuregîr, Ceyhan û Çûkorovayê ku kurd lê zêde ne, tê payîn ku dê rêjeya "Na"yê ji sedî 80 be. MHP'î diyar dikin ku Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli partiya wan tarûmar kiriye û ji bo berjewendiyên xwe bi AK Partiyê re îtifaq çêkiriye. Ji ber vê jî dibêjin "Na". Li bajêr piraniya gel, diyar dikin ku ji bo welat teslîmî "Yek zilamî" neyê kirin, pêdivî bi "Na"yê heye.

‘JI BO HESABPIRSÎNÊ 'NA''

Welatiyê bi navê Mehmet Kaya yê 70 salî anî ziman ku, ew ê heta dawiyê bibêje "Na". Welatiyê bi navê Abdulrezak Şere jî, diyar kir ku biryara wî "Na" ye û got, ji bo hesabpirsîna şewitandin û rûxandina gundan û xizaniya li wan hatiye ferzkirin divê "Na" bê gotin.

‘EM LI BENDÊ NE KU JI SEDÎ 60 'NA' DERKEVE'

Ali Atay jî diyar kir ku ji bo welatekî xweşiktir û ewletir ew ê bibêje "Na", Munevver Saba jî ji bo pêşeroja zarokên wan bang li her kesî kir da bibêjin "Na". Hasan Can got, ewê li dijî "rejîma yekzilamî" bibêjin "Na". Welatiyê bi navê Ahmet Ay jî diyar kir ku ew li Edeneyê li bendê ne ku ji sedî 60 "Na" derkeve û got, gel êdî şer, aloziyê naxwaze, aramî û aştiyê dixwaze, ji bo vê ew ê bibêje "Na".

Hamdullah Kesen - dîhaber