KIRKLARELÎ - Li taxa Yaylayê ya Kirklareliyê ku yek ji wan cihên kevn ên bajêr e, avaniyên dîrokî yên kevn ji nû ve tên restorekirin. Bi vê restorasyonê mebest ew e ku taxê veguherînin navenda turîzmê.
Di serdema Osmaniyan de li Taxa Yaylayê rûm, bulxar û cihû rûdiniştin. Ji ber vê wek taxa herî kevn a Kirklareliyê tê zanîn. Li taxê xebatên restorekirina avaniyên dîrokî dest pê kiriye û mebest ji vê ew e ku wê di warê turîzmê de veguherînin navendeke cazîbeyê. Xebata avaniyê ji aliyê Şaredariya Kirklarelî, Îdareya Taybet a Bajêr û Ajansa Pêşveçûnê ya Trakyayê bi awayekî hevpar tê birêvebirin.
Di çarçoveya "Projeya Saxlemkirina Kuçe û Kolanên Taxa Yaylayê" de, çêkirina Parka Yayla û restorekirina Mala Keşîş hatiye temamkirin û hem niştecihên taxê hem jî kesên ji derve tên, li vir çay û qehweyên xwe vedixwin û bêhna xwe vedidin. Di rojên pêş de jî di çarçoveya "Projeya Mala Çandê ya Bajêr" de hedef ew e ku bi çêkirina Mala Çandê di navbera duh û îro de pirek bê çêkirin û dê bi piştevaniya gelê Kirklareliyê li vir materyalên dîrokî bên pêşandan.
DÊ VEGUHERE NAVENDA TURÎZMÊ
Dibistana Seretayî ya Vali Faik Ustun a di Qada Sîtê ya Bajêr de cih digire û bi şewatekê terkî çarenûsa xwe hatibû kirin jî, dê bê restorekirin û wê veguherînin oeteleke bûtîkî. Bi van xebatan re mebest ew e ku Kirklareliyê veguherînin navendeke turîzmê.