Îşkenceya 'lêgerîna tazî' li girtiya jin kirin

STENBOL - Abdulvahap Çile yê bi saya parêzeran li Girtîgeha Jinan a Sîncanê serdana keça xwe Zeynep Dilan Çileyê kir, diyar kir ku ew ji jiyana keça xwe û girtiyên jin n din bi şik û guman e. Çile wiha got: "Li gorî vegotinên keça min, lêgerîna tazî li keça min ferz kirine. Dema keça min ev qebûl nekiriye bi awayekî dijwar îşkence lê kirine."

Abdulvehap Çile, der barê îşkencekirin û ferzkirina lêgerîna tazî ya li keça wî Zeynep Dilan Çile ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê tê rakirin hatiye kirin, giliyê rayedaran kir. Çile wiha got: "Divê demildest dawî li van tevgerînên dijmirovahiyî bên." Çile, diyar kir ku li Sîncanê keça wî û girtiyên jin rastî îşkenceya derûnî û fizîkî tên û xwest demildest dawî li van sepandinên derhuqûqî bên.

Zeynep Dilan Çile, dema li Zanîngeha Çankiri Karatekînê di pola dawîn a Beşa Zanista Siyasetê û Rêveberiya Cemaweriyê de bû, ji dibistanê hatiye dûrxistin. Piştî hat dûrxistin Çile dev ji dibsitanê berdaye û li Rojnameya Azadiya Welat dest bi xebatê kiriye. 3 sal berê dema li rojnameyê dixebitî hat girtin û piştî du salên li girtîgehê serbest hatiye berdan. Piştî serbest tê berdan bi mehekê Çile dubare tê girtin û wê dişînin Girtîgeha Jinan a Sîncanê.

‘DADGEHÊ LI HEMBERÎ ÎŞKENCEYÊ XWE LI NEDÎTIYÊ DANÎ'

Bav Çile yê piştî mehan bi hewldanên parêzera serdana keça xwe Zeynep Dilan Çileyê kir wiha got: "Em nizanin keça min bi çi tê tawanbarkirin. Der barê dosyeya wê de biryara nepeniyê heye, şahidekî nepen îfade li ser daye. Keça min got, herî dawî dema ew ji bo dadgehkirinê birine Silopiyayê, îşkence lê kirine. Parêzerên wê ev reşw ragihandine dadgehê. Lê belê ji ber rapora bijîşk tune ye, dadgehê li hemberî vê îşkenceyê xwe li nedîtiyê daniye. Em vê qebûl nakin."

Çile wiha domand: “15 rojan carekê mafê girtiyan heye ku li malbatên xwe bigerin. Keça min li me geriya. Got, dema wê birine girtîgehê bi awayekî dijwar îşkence lê kirine. Li gor vegotinên keça min lêgerîna tazî li keça min ferz kirine. Dema keça min ev qebûl nekiriye bi awayekî dijwar îşkence lê kirine. Me wek malbata wê, di ser parêzeran re giliya vê rewşê kir."

LI MALBATAN FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ

Çile wiha axivî: "Ji xwe bi sepandinên OHAL'ê re bi awayekî sîstematîk îşkence li girtiyan tê kirin. Ji bilî xizmên herî nêz hevdîtin qedexe ye. Di hevdîtinên vekirî yên mehê carekê de, bi qasî girtiyan malbat jî tên îşkencekirin. Dema hevdîtinê saetek e, lê nîv saetê vê bi lêgerînê derbas dibe. Di wê demê de jî tim heqaret û sicêf hene. Li me jî lêgerîna tazî ferz dikin. Ne dikarin nameyan binivîsînin ne jî dikarin paêdiviyên xwe yên taybet temîn bikin. Pirtûkên ku ew dixwazin nadin wan. Heta di warê kincan de jî îşkenceyeke fizîkî heye û ev îşkence didome. Ji ber keça min nameyek ji malbata xwe re şandiye, 9 rojan cezayê hucreyê lê birîn. Ji roja ku hatiye girtin ev cara 3'yemîn e ku cezayê hucreyê yê 9 rojan lê tê birîn."

Çile got ew ji vî rewşê bi şik û guman in û wiha got: "Divê demildest dawî li van tevgerînin li dijî mafên mirovan e bê."