Malbat di hefteya 407'an de li windayan geriyan

AMED - Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 407'an de lêgerîna xwe berdewam kirin.

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi silogna "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" kom bûn û daxuyanî dan. Çalakiya ku berê her hefte li ber Abîdeya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu dihat kirin, ji ber qedexeya çalakiyên li derve malbatan li salona ÎHD'ê ya Amedê çalakî berdewam kirin.
Malbatan çîroka Hasan Ocak ye di 21 Adar’ê de 1995’an de li Stenbolê hat binçavkirin û qetilkirin pirsî. Malbatan û parazvanên mafên mirovan xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Rêveberên ÎHD tev li çalakyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" hat vekirin. Di çalakiyêde nûnerên İHD ya Amedê parêzer Abdullah Zeytun diyar kir ku salek berê li mînareya çar lingê Hevserokê Baro yê Tahîr Elçî hat qetilkirin û wiha got: “Ev salek doza Elçi berdewam dike. Heta niha ev dozgerên ku eleqedar dibûn 3 dozger cihê wan hat guhertin. 6 mehe tû agahî nedan kesan. Dozger ê ku şuphe heye nekir binçav û guhdar nekirin. Doza Elçî wek doza Roboski, Licê û Medenî Yildirim rewşa doza wan ne diyare.”

Piştî axaftinê Zeytun Endamê Komîsyona Windayan Hasan Yalçin, çîroka Hasan Ocak e k udi 21’ê Adarê 1995’an de li Stenbolê di binçavanda hat windakirin xwend. Yalçin anî ziman ku li Ocak li ser Vatan caddesi bû û livir TİM-3 ve hat binçavanda hat işqencekirin. Yalçin da zanîn ku ev 20 sal derbas bû piştre dosya wî rastî demderbas bû.

Piştî çîrokê Ocak nameyê xweşkê Hasan Ocak, Masinde Ocak hat xwendin. Di nameyê Ocak de diyar kir k udi 4 Sibat 2015’an de kampanyayê " Ciza kirine re dawî, adelete dixwazin " destpêkirinê û wiha got: “Di salên 80 û 90 de mirovan me yen ku hatine winda kirin dozê wan bi hinceta destnişan kirina dem ji ser derbas buye. Biryara dadgehê hat rakirin ev biryar an jî kiryar me hemûyan dêşine. Lê belê sûca winda kirinê heya ku neyê ditîn ev sûcî tê berdewam kirin. Heya îro dosyayên ku bi biryara Dem serde derbas bûye hatiye dayîn bê hiqûqîn e.Bi sanlane dibejin ku li vê welatê adelet tûneye, hiqûq tûneye. 609 hefteye li Galataray dengê xwe bilind dikin, em destur nadin ku fail bên berdan an jî werin af kirin. Ji bo Hasan û hemû windahiyan emê hesabê vê bi pirsin.”

Piştê axaftinên çalakiyê rûniştin pêk anîn.