AMED - Li Amedê, di bûyerên 28'ê Adara 2006'an de kamsuleke gazê li serê Mahsun Mizrakê 14 salî ketibû û ji ber vê Mizrak miribû. Di ser bûyerê re 11 sal derbasbûne lê hîn jî kiryarên kuştina Mizrak nehatine cezakirin. Parêzerê malbatê Bariş Yavuz, diyar kir ku her çi qas di vî warî de DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kiribe, lê hîn jî lêpirsîneke çalak nehatiye birêvebirin û got, dixwazin ser dozê bê girtin.
Li Amedê, di bûyerên 28'ê Adara 2006'an de kamsuleke gazê li serê Mahsun Mizrakê 14 salî ketibû û ji ber vê Mizrak miribû. Di ser mirina Mizrak re 11 sal derbas bûn. Der barê kiryarên Mizrak, polîsên taybet ên bi navê B.O., H.A. û N.O. de di sala 2009'an de lêprsîn hat vekirin, lê 11 sal e kiryar nehatine cezakirin.
‘DELÎLÊN LÊPIRSÎNÊ HATINE WINDAKIRIN'
Parêzerê malbatê û Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê Parêzer Bariş Yavuz, bi brî xist ku piştî 3 salan (2009) der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û mutalaya beraetê ya dozger debarê kiryaran da rexne kir. Yavuz, diyar kir ku polîsan di îfadeya xwe de qet neanîne ziman ku kîjan çek liw an zîmetkirî bûne û wiha domand: "Me di nav dosyeyê de çekên zîmetkirî dîtin. Ev çekên zîmetkirî anîn dadgehê. Û me dîti ku dema birine cem cendirmeyan muhîmat hatine guhertin. Dê diyar bibûna ku perçeyê ji serî derketiye aîdî kîjan çekê ye, lê belê ew perçe hatiye guehrtin. Dema wisa bû ev lêpirsîn, doza cezayî veguherî dozeke ku delîlên wê tune ne. Em jî nizanin ku delîl çawa hatine guherandin. Yanî perçeyê kapsulê yê ji serî Mahsun derketiye, ne li holê ye. Li şûna wê kapsuleke din heye."
‘HÎN JÎ NAYÊ ZANÎN DELÎL JI ALIYÊ KÎ/Ê VE HATINE WINDAKIRIN'
Yavuz, ragihand ku hîn jî nehatiye dîtin ku delîl ji aliyê kî/ê ve hatin windakirin û dosyeya cezayê jî li gor vê didome. Yavuz wiha domand: "Beriya serlêdana şexsî ya Dadgeha Qanûna Bingehîn têkeve meriyetê, me serî li DMME'yê dabû. Piştî biryar hat dayîn, DMME'yê biryara da ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin. Lê piştî vê biryarê di rûniştina ewil de dozgerê rûniştinê mutalaya beraetê xwend."
‘HEKE LÊPIRSÎNEKE BÊALÎ BIHATANA BIRÊVEBIRIN DÊ DELÎL WINDA NEBÛNAN'
Yavuz, dest nîşan kir ku lêpirsîneke çalak ji aliyê kesên serbixwe û bêalî nehatiye kirin û wiha got: "Ji ber ev nehat kirin delîl winda bûn. Heke di destpêkê de lêpirsîneke bêalî bihatana meşandin, dê rewşên wisa gumanbar xwe nedanan der. Ji bo lêpirsîneke çalak divê fikr û qenaetên gumanbar ji holê bên rakirin."
‘DIXWAZIN SER DOZÊ BIGIRIN'
Yavuz, diyar kir ku 11 sal di ser mirina kesên di bûyerên 28'ê Adarê re derbas bûne, lê tu kiryar nehatine dîtin û wiha axivî: "11 sal derbas bûne, lê tu dozeke cezayî ya didome tune ye. Di van dozan de tim mutalaya beraetê tê dayîn û bi vê re dixwazin ser dozê bigirin. Em ê heta dawî şopdarê vê dozê bin. Heke biryara beraetê jî bê dayîn, em ê serî li dadgehên bilind bidin. Em ê dubare îtiraz bikin. Heke dîsa jî beraetê bixwazin dê ev doz heta bihurîna demê bidome. Em ê heta sala 2036'an, heta ku emrê me têr bike, em ê şopdarê vê dosyeyê bin."
Yavuz, dest nîşan kir ku li Tirkiyey li dijî binpêkirina mafên mirovan çandeke bêcezakirinê heye û wiha domand: "Lê belê, li dijî vê çanda bêcezatiyê jî hincet heye. Ji aliyê hin sûcan ve, li Tirkiyeyê rastiyeke ku hêzên ewlehiyê kiryarên wan in heye. Divê mirov bi ser vana de biçe, lêpirsîna vana bike. Divêtî û xeyreta dewleta huqûqê ev e. Dema binpêkirineke mafan çêbibe divê refleksa 'Em ser vê bigirin' tune be."
‘BÊCEZATÎ BI XWE RE HEMAN SEPANDINAN TÎNE'
Yavuz, dest nîşan kir ku kuştin çareya dawî ye, lê belê li Tirkiyeyê gelek caran bêyî serî li çareya dawîn bê dayîn kuştin wek karê ewil esas tê girtin û wiha domand: "Li gel vê huqûqa navnetewî hin berpirsiyarî li te bar kirine. Dibêje 'Lêpirsîneke çalak bike. Vê meseleyê çareser bike.' Dewlet vê nake û bi ser de parêziyê jî dike. Meqama parêziyê ne dewlet e. Ji xwe di pêvajoya lêpirsîneke hewce de ew parêzî tê kirin. Ev bi xwe re bêcezatiyê tîne. Kesê ku çek di dest wî de ye û bi vî awayî tevdiger, dizane ku çi bike jî dê der barê wî de lêpirsîneke çalak neyê meşandin. Li pêkanînên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê binihêrin. Qanûneke lêpirsînan a destûra wê girêdayî serokwezîrtiyê ye derxistin. Ev bêcezatî ye. Û dê bi vê re hêzên ewlehiyê tundtir û bê pîvan tevbigerin. Çimkî baş dizanin dê neyên darizandin û heke bên darizandin jî dizanin ku dê ceza li wan neyê birîn."