AMED - Ji karkeran heta emekdaran, ji xwendekaran heta hunermendan li her qadê her diçe piştevaniya ji bo kampanyaya "Na"yê ya HDP'ê xurtir dibe.
Ji her qadê piştevaniya ji bo kampanyaya "Na"yê ya HDP'ê tê kirin û ev kampanyaya ji bo referandûmê her diçe xurtir dibe. Ji Amedê heta Stenbolê, Ji Rihayê heta Enqereyê, ji Edeneyê heta Dîlokê, ji karkeran heta emekdaran, ji xwendekaran heta karmendan, ji esnafan heta hunermendan gelek derdor piştevaniya kampanyaya "Na"yê ya HDP'ê dikin. Di peyamên vîdeoyî yên ji aliyê HDP'ê ve hatin amadekirin, peyamên "Na"yê yên cuda hatin dayîn.
Li Amedê karkerekî pîşesaziyê diyar kir ku, ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha got: "Înşelah dê bi xêr û bêr be."
Jineke rihayî ya got "Em ji bo azadiya xwe dibêjin 'Na'" û beşdarî kampanyayê bû, dest nîşan kir ku ji bo parastina mafên jiyanê divê "Na" bê gotin.
Li Enqereyê karmendekî jî pergala guherandina Qanûna Bingehîn rexne kir û wiha got: "Ev ne pergaleke serokatiyê ye, ev pergala formuleke ku paşê hatiye derxistin bi xwe ye."
Jineke ku li Stenbolê beşdarî kampanyayê bû wiha got: "Zaf şaş û çewt e ku hemû hêz li ber destê kesekî kom bibin. Dê welat ber bi kendavê ve biçe. Teqez ez dibêjim 'Na'."
Li Qada Kizilayê ya Enqereyê karkerekî paqijiyê jî wiha got: "Dibêjin me rê çêkiriye, ev kar ne karê riyan e. Edalet, huqûq tune ye. Tu tişt tune ye. Di vê rewşê de em nikarin li mafên xwe bigerin, lê dema derbasî pergala yekzilamiyê bibe em ê çawa doza mafên xwe bikin. Ji bo pêşeroja zarokên me û welatê me ez dibêjim 'Na'."
Li Amedê veguhêzbarek jî wiha got: "15 sal berê mazot lîreyek bû, piştî 10 salan bû sê lîre û nîv. Dema îro em li buhayan dinihêrin bûye 4 lîre û 80 quriş. Dema em bi vî buhayî mazotê dikirin tu qezenca me namîne. Ji ber vê em dibêjin 'Na'."
Li Enqereyê welatiyekî emekdar ê piştevaniya kampanyaya HDP'ê ya "Na"yê dike wiha got: "Balfireke 700 kesî ji aliyê du pîlotan ve tê biakranîn, ne rast e ku hemû îdare û rayeya welatekî 80 milyonê têkeve destê kesekî tenê."
Dîsa li Stenbolê welatiyekî referandûma Îranê ya 1979'an bi bîr xist û wiha got: "Rewşa Îranê li holê ye. Tirkiye jî ber bi wê rewşê ve diçe. Hemû tişt di destê kesekî de ye. Ji ber vê dibêjim 'Na'."
Li Stenbolê xwendekareke jin a zanîngehê ya ku mamosteyên wê hatine îxrackirin jî diyar kir ku, di Qanûna Bingehîn de der barê wan de tu tişt tune ye û got, ji ber vê ew ê bibêje "Na".
Li Edeneyê welatiyekî wiha got: "Ciwano, ji bo Tirkiyeyê 'Na, Na, Na."
Diyarbakırlı bir genç Anayasa değişikliğine ilişkin, “Ben Diyarbakır’daki zulmü gördükten sonra ‘Evet’ değil ‘Hayır’ derim” diye konuştu.
“Bunlara verilecek tek bir cevap vardır o da ‘Hayır’dır” diyen Diyarbakırlı sebze hali esnafı, “Nereye gidersek de hayır diyeceğiz” derken, bu topraklarda yaşayan herkesin “Hayır” demesi gerektiğini dile getiren Mardinli bir esnaf ise, “Ben de bu Anayasa’ya ‘Hayır’ diyorum” şeklinde kampanyaya destek verdi.
Ajokarê otobêseke navbajariyî jî wiha got: "Ez ji qanûneke bingehîn a hayê min ji naveroka wê tune ye dibêjim 'Na'."
Li Edeneyê ciwanekî ragihand ku ji ber ew ehlê demokrasiyê ye dibêje "Na".
Li Rihayê welatiyekî wiha got: "Yên ji bo îstikrara Tirkiyeyê gotin 'Erê' ji xwe gotin. Lê îstikrar nehat, hemû sozên dan yek jî bic ih neanîn. Ji ber vê em dibêjin 'Na'."
Li Stenbolê jineke ciwan jî wiha got: "Dixwazim pora min vekirî be û bigerim. Dixwazim azad bim."
Hunermendekî dîlokî jî wiha got: "Ji bo bi awayekî azad hunera xwe îcra bikim, dibêjim 'Na'. Ji bo şewitandina bajarê min Cizîr dibêjim 'Na'."