ÎZMÎR - Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 ya Şakranê hate îdiakirin ku midûrê yekemîn Mustafa Sonmez gefa "Bila malbatên we bên we xilas bikin. Tiştên ku Esad Oktay nekiriye ez ê bînim serê we" li girtiyên di grevê de ne xwar.
Li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê, greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a bi daxwaza "Bila dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê û dorpêçkirinên li gundên herêmê bi dawî bibin" dest pê kiribû, di roja 41'emîn de ye. Girtiyên li Girtîgeha Hejmar T 3'yan a Şakranê di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku çewisandinên li ser girtiyan didomin û cendirme êvarî bi ser qawîşan de digirin û girtiyan derb dikin.
‘BILA NIHA MALBATÊN WE BÊN Û ÎJAR WE XELAS BIKIN'
Girtiyê bi navê Omer Akyol ê ji sala 1996'an ve hatiye girtin û cezayê muebetê lê hatiye birîn, bi riya telefonê xwe gihand malbata xwe. Akyol, ragihand ku midûrê girtîgehê Mustafa Sonmez berpiryarê pêkanînan e. Akyol, anî ziman ku êdî taqet di wan de nemaye û wiha got: "Hevalên me yên di grevê de 15-16 kîlo dane. Di vegera revîrê de tên derbkirin." Akyol, diyar kir ku bi şev midûrê girtîgehê Mustafa Akyol tevî 50 cendirmeyan bi ser qawîşên wan de girtiye, kincên li ser girtiyan qetandine û bi awayekî fizîkî giriyekî îşkence kirine. Akyol ragihand ku midûrê girtîgehê Mustafa Sonmez wiha gef li wan xwariye: "Çima we ji malbatên xwe re got. Çima malbatên we min teşhîr dikin. Hûn ê ji niha û pê ve bibînin bê ka ez çi tînim serê we. De îjar bila malbatên we bên û we xelas bikin. Tiştên ku Esad Oktay nekiriye ez bînim serê we."
PÊLAVÊN GIRTIYAN HATIN DESTESERKIRIN
Hayat Sicakozul a li girtîgehê hevdîtin bi kekê xwe re çêkir jî, diyar kir ku îdareya girtîgehê pêlavên kekên wê desteserkirine û got, kekê wê jê şimik xwestine. Sicakozlu, anî ziman ku bi şev saet li dor 2-3'yan mudurê yekemîn Mustafa Sonmez bi ser qawîşên girtiyan de girtiye û wiha ragihand: "Kincên girtiyên çûne revîrê qetandine û dolabên wan belawela kirine. Her wiha bi şev saet di 3'yan de dest danîne ser pêlavên wan, kincên li ser wan perçeperçe kirine." Sicakozlu, ragihand ku cezayê namenivîsandinê, hevdîtina bi malbatan û hucreyê li girtiyan birîne û got kekê wê wiha gotiye: "Ji bo malbatên me xemgîn nebin me ranedigihand. Lê êdî taqeta me nemaye. Hevalên me yên di grevê de bi qasî 10-16 kîloyan zihîf bûne. Li gel vê jî di dema revîrê de tên derbkirin. Bi lingê tazî wan digerînin."
Sicakozlu, anî ziman ku dema ew ji bo hevdîtinê çûne girtîgehê, gardiyanên jin ew taciz kirine.
Têkildarî mijarê em li Girtîgeha Şakranê geriyan, rayedaran diyar kir ku ji ber dozgeriyê ferman daye, ew bi riya telefonan nikarên agahiyan bidin malbatên girtiyan.