Gardiyanan ew ji ser hiş birin, lê rapora 'derbkirin tune ye' danê

AMED - Hat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, 4 girtî ji aliyê gardiyanan ve bi awayekî dijwar hatine derbkirin û ji ber vê derbkirin û îşkenceyê girtiyê bi navê Muhammed Said Kulu ji ser hişê xwe çûye. Her wiha dîsa hat zanîn ku Kuluyê ku rakirin nexweşxaneyê, rapora "derbkirin tune ye" dane wî.

Hat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ya ku greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger lê didome, îşkence li girtiyan hatiye kirin. Girtiyê bi navê Muhammed Said Kulu yê hatiye derbkirin bi riya telefonê îşkenceya li wan hatiye kirin ragihand. Fermuse Kulu, anî ziman ku kurê wê 3 sal berê ji Amedê sewqî Edîrneyê kirine û ragihand ku tevî kurê wê 4 girtî ji aliyê gardiyanan ve bi awayekî dijwar hatine derbkirin. Kulu, anî ziman ku kurê wê gotiye ji ber derbkirin û îşkenceya gardiyanan ew ji ser hişê xwe çûye, li ser vê ew rakirine nexweşxaneyê û her çi qas şopên derbkirin û îşkenceyê li ser bedena wî hebûne jî bijîşkan rapora "derbkirin tune ye" dane wî.

Kulu, dest nîşan kir ku dema ew ji nexweşxaneyê birine girtîgehê, di hudnurê wesayîtê de jî ew îşkence kirine.

Dayik Kulu, dest nîşan kir ku bi taybetî piştî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş hatiye girtin û ew birine heman girtîgehê, li girtîgehê girtî bi awayekî zêde tên îşknecekirin û rastî muameleyên kirêt tên. Kulu, serlê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 33'YEMÎN DE YE

Her wiha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 15 girtiyên PKK'yî bi daxwaza "Bi dawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, sererastkirina şert û mercên li girtîgehan, dubare vegerîna li maseya muzakereyê û rakirina dorpêça li gundan" ev 33 roj e di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne.

GREVA BELAV DIBE

Dîsa bi heman daxwazan li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê, li Girtîgeha Tîpa T a Wanê û li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê 15 girtî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Her wiha hat zanîn ku, rêveberiya Girtîgeha Gîresûnê biryara dadgehê wek hincet nîşan da û nameyên ku girtiyan nivîsandiye îade kiriye.