Dê Çemê Êlihê dîsa bibe sedema mirinan!

ÊLIH - Ji ber karêrên qaçax ji Çemê Êlihê qûmê dikêşin, li nav çem û hawirdora wê gelek gravok û gol çêbûne û ev jî dibe ku bibe sedema mirina kesên ji bo xwe hênik dikin dikevin çem.

Li qeraxên Çemê Êlihê bi dehamn ocaxên qûmê yên qaçaxa hene û ev ocax dibin cihê xeteriyê. Li ber çavên rayedaran bi awayekî rihet û hêsan ji aliyê van kargêrên qaçax ve ji çem qûm tê kişandin û ji ber vê li nav çem û hawirdora wê gelek giravok û gol çêbûne. Ji ber van giravok û golan di 2016'an de 11 kes di çem de xeniqîbûn. Li gel vana hemûyan jî, heta niha ji aliyê rayedaran ve tu tevdîr nehatine girtin.

DI WÊNEYAN DE BI AWAYEKÎ AŞKERE FELAKET DIXUYÊ

Di wêneyên hewzeya Çemê Êlihê yê ji balfirê hatine kişandin de, felaketa ocaxên qûmê, fabrîkayên betonê û kargêrên din bi awayekî aşkere dide der. Li cihên ku ji aliyê şîrketan ve qûm jê hatiye kişandin, gelek gol û giravok çêbûne. Ev jî dibe kêmbûna debiya çem û sedema mirina çeşnên masî û çivîkan. Di havînan de gelek ciwan û extiyarên ku bo avjeniyê nizanin, liv ir dixeniqin.