DERSIM - Li Dersima ku her deverên wê bi navê "Herêma Ewlehiya Taybet" de hatiye qedexekirin, gulika ku bi awayekî xwezayî şîn tê, bi zor û heft bela li herêmên qedexe tên berhevkirin.
Gulika ku li berwar û qelaçên Dersimê şîn tê û bi awayekî organîk di her xwarinê de tê bikaranîn, li lûtkeyên çiyayan tê berhevkirin û li ser dezgehan cihê xwe girt.
‘ÎSAL KAR Û BAR ZAF ZEHMET E'
Gulik a ku bivênevêya dersimiyan e, piştî tê kelandin di kîsikan de ji bo heta salekê bê xwarin tê veşartin. Welatiyên ku gihayên berjevkirine bi çewlan difiroşin firoşkaran wiha gotin: "Berhevkirina gulikan zaf zehmet e. Rojê em bi qasî 30 kîlometre rê dimeşin û herî zêde 50-60 kîloyî berhev dikin. Îsal ji ber ewlehiyê em rastî gelek tengasiyan tên. Her der wek herêma qedexe hatiye îlankirin. Ji ber van qedexeyan, îsal dê pir buhayê gulikan danekeve."
'KÎLOYA WÊ 5 LÎRE YE'
Kîloya gulikan bi 5 lîreyî tê firotin. Îsal hem firoşkarên gulikan hem jî dezgevan kêm in û ji ber vê di demeke kurt de Gulik diqedin.