Zarokên Sûriyeyî rojê bi 5 lîreyan dixebitînin

DÎLOK- Li Dîlokê, zarokên penaberan li nav malan rojane bi beramberiya 5 lîreyî wek karkerên fasonî tên xebitandin.

Li Dîlokê, 325 hezar û 140 penaberên sûriyeyî dijîn. Suriyeyiyên ku rewşa wan a aboriyî nebaş e, bi piranî li taxên Vatan, Cindere, Guzelvadi, Hacibabayê dijîn. Zarokên rojavayî û suriyeyî yên ku ji ber şerê li Suriyeyê hatin Dîlokê, di rewşeke nebaş de bi beramberiya pereyekî kêm tên xebitandin an jî neçar dimînin bixebitin. Li Dîlokê, bi hezaran zarokên suriyeyî di tekstîl, karên plastîkan, pêlavkariyê dixebitin û gelek jê jî pars û pilûsê dikin. Zarokên keç jî di temenên xwe yên biçûk de, yevî dayik, xwişk, xalet û metên xwe li malan dixebitin. Ev zarokên ku bîbiriya îdameya jiyanê dikin û ji neçarî dixebitin, rojane bi beramberiya pereyekî zaf kêm dixebitin.

Ala Mûse (10) û Şehem Şêx Ehmed (5) hin ji wan zarokên ku di temenên biçûk de dixebitin. Pantor an jî sakoyên ji atoliyeyan digirin, li malê qumçe, zincîrên wan an jî bi morîkan wan dixemilînin.

BI BERAMBERIYA LÎREYEKÊ 4 PANTORAN ÇÊDIKIN!

Ala Mûse, 3 sal berê tevî malbata xwe ji Heleba Suriyeyê hatiye Dîlokê û li Taxa Vatanê ya navçeya Şahînbeyê bi cih bûye. Malbata Mûse di jêrzemîna xaniyekî de dijî. Dema ku malbata Mûse ji Suriyeyê hat, Alayê hîn 7 salî bû û li Tirkiyeyê jî ji ber rewşa wan a aboriyê nebaş e, neçûye dibistanê û li malê pantor û sakoyên ku ji atoliyeyan tînin didirû. Ala, zincîra kincan çêdike û carina jî wan dixemilîne. Rojê 20 pantorî çêdike, lê beramberiya 4 pantorî hîn lîreyekê distîne. Yanî rojê beramberiya xebata xwe Alayê tenê 5 lîreyî werdigire.

XEBATKAREKE 5 SALÎ YE

Yek ji zarokên biçûk ên karker jî Şehem Şêx Ehmed (5) e ku 3 sal berê tevî malbata xwe ji Helebê hatiye Dîlokê û li Taxa Akdere ya Şahînbeya Dîlokê dijî. Malbata Şêx Ehmed jî wek gelek malbatan, li jêrzemîna xaniyekî dijî. Şehemê jî bi meta xwe re dixebite. Ew û meta xwe bendên zêde yên pantoran bi meqesan jê dikin. Şehema ku hîn nikare meqesê bigire, ji niha ve jiyanê barê xwe daye ser pişta wê. Li Malbata Şêx Ehmed kesekî/e ku bixebite tune ye, kurê meta Şehemê yê 14 salî jî, ji aliyê Artêşa Azad a Suriyeyê (OSO) ve hatiye xapandin û niha li Suriyeyê şer dike. Lewma jî Şehem tevî meta xwe li nêv odeyê pantoran datînin û çêdikin.

Bêrîtan Îrlan/Arjîn Dîlek Oncel - dîhaber