Gelê Sertê dê li dijî mirinan bêjin 'Na'

SÊRT - Gelê Sêrtê diyar kir ku dê di referanduma 16'ê Nîsanê de ji bo kuştin û mirin bi dawî bibin û zextên li ser mafên mirovan rabin dê bêjin "Na"

Ji bo referanduma 16'ê Nîsanê hindik ma. Xebatên referandûmê yê "Erê" û "NA" jî li kolanan bi awayekî çalak xuya dibe. Li bajarên herêmê dengê "Na" zêdetir û berztir bilind dibe. Gelê Sêrtê jî ji bo "Na" dengê xwe bilind dikin û diyar kirin ku ji bo kuştin, zext û binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe ew dê bêjin "Na" Bi xebatên "Na" re zextên li ser hilbijêran zêde bûn. Bi taybetî li ser xebatkar û endamên HDP û DBP'ê yên xebatên "Na" dimeşînin rastî astengiyan tên. Endamên HDP'ê yên ji bo sindoqan serî li lijneya hilbijartinê didin jî serlêdanên wan tên betalkirin. Maşîneyên xebatên hilbijartinê dikin tên desteserkirin. Li ser welatiyên kurd zextên dijwar hene.

Welatiyên Sêrtê destnîşan kirin ku ji bo zextên li ser wan bi dawî bibe û edalet û demokrasî pêş bikeve dê bêjin "Na". Welatiyan anîn ziman ku ji bo bêjin "Na" gelek sedemên wan hene. Welatiyan dan zanîn ku ew dê li dijî zextan di 16'ê Nîsanê de teqez bêjin "Na"

‘TIŞTEK BI ZAROKÊN ERDOGAN NAYÊ HER TIŞT BI SERÊ ME DE TÊ'

Welatiya Sêrtê Ayşe Aldemir (44) anî ziman ku ew dê di referandûmê de bêje "Na" û sedemên wê wiha got: “Ez aştî û azadiyê dixwazim. Bila êdi dayik negirîn. Dayika min ji qehra kuştina birayê min mir. Hemû girtîgeh tijî ne. Hemû xizmên me girtî ne. Zarokên me li kolanên xwe tên kuştin. Êdî bes e. Em qet nabêjin 'Erê' Em heta dawi dibêjin 'Na' Bila êdî dayikên kurd, tirk, ereb, ermenî û suryanî negirîn. Em azadiyê û demokrasiyê dixwazin. Çima tiştek bi zarkên Erdogan nayê û çima zarokên me tên kuştin. Êdî bes e."

‘JI BO LEŞKER, POLÎS Û GERÎLLA NEYÊN KUŞTIN NA'

Dayika 5 zarokan Vecide Oguz (36) jî anî ziman ku anî ziman ku ew dê di 16'ê Nîsanê de bêjin "Na" û wiha got: "Tabî kî em dê di 16'ê Nîsanê de bêjin 'Na' Ji ber zextên li ser gelê me di nava salekê de bi qasî cîhanekê zarokên me hatin kuştin. Bila êdi ne gerîlla û ne ji polîs bên kuştin. Em êdî dixwazin şer bi dawî bibe û aramî dest pê bike ji ber vê yekê em dibêjin 'Na'.

‘JI BO PARLAMENTERÊN HDP’Ê HATIN GIRTIN NA'

Welatiyekî nexwest navê xwe bide anî ziman ku ew dibêjn 'Na' û wiha got: "Ji bo ev zilma li ser me bi dawî bibe em dibêjin 'Na' Em şer naxwazin. Ji bo parlamenterên HDP’ê hatin girtin em dibêjin 'Na'.

‘LI DIJÎ KOMKUJIYÊN DERSIM GELIYÊ ZÎLAN, SÛR CIZÎR Û ROBOSKÎ NA'

Welatiyê taxa Çakmak ango Barişê Muhammet Sevgin jî anî ziman ku ew li dijî komkujiyên Dersim, Geliyê Zilan, Roboskî dibêjin 'Na' û wiha got: "Hêj kujerên 17 hezar cînayetên faîl nediyar ronî nebûne. Ji bo em Gever, Cizîr, Farqîn, Sûr, Nisêbîn û Sîlopya ji bîr nekin em dibêjin Na. Em dê her dem bêjin 'Na'.