‘Ger di referandumê de 'Erê' derbikeve dê xebatkar bên îxrackirin’

MÊRDÎN - Hevseroka Tum Bel-Sen'ê ya Mêrdînê Mekiye Guzel a ku bi KHK'ê ve hate îxrackirin diyar kir ku bi referandûmê ve rayeya derxistina KHK'ê ji bo yek zilamtiyê ye û wiha axivî: "Ger ku piştî referandumê îktidara yek zilamî derkeve rayeya derxistina KHK'ê jî didin yek kesî. Ev jî tê wateya gelek kesên din ji kar bên îxrackirin."

Hevseroka Tum Bel-Sena Mêrdînê û Midûra Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Mêrdînê Mekiye Guzel derbarê referanduma 16’ê Nîsanê û çima dê bêjin “Na” de axivî. Guzel, diyar kir ku dema ew rewşa dîrokî ya Tirkiyeyê dinêrin ji Komariyê heta niha dibêjin divê Tirkiye demokrat bibe lê ev pêvajo gelek direng bi rêve diçe û ji bo demokratîkbûyînê jî pêngav nayên avêtin.

Guzel, da zanîn ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hene, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê rêxistinên civaka sivîl û sendika têdikoşin û wiha got: “Li şûna ji bo demokratîkbûnê pêngav bên avêtin bi referanduma li pêşiya me welat ji demokrasiyê dur dixin. Di referandumê de dê hemû raye bidein deste yekmirovî. Dema em li vê dinêrin yek argumanên destpêka sedsala 20’an e. Dema em lê dinêrin li şûna rêveberiya yekmirovî, xwerêvebirina herêman û xweserî cih girtiye lê Tirkiye naxwaze bibe welatek ji vana.”

‘RAYEYA DERXISTINA KHK’Ê DAN DESTÊ KESEKÊ’

Guzel, anî ziman k udi referandumê de eniya “Na” zêde ye, xebatên ji bo “Na”yê hatine rewşa qedexekirinê û wiha pêde çû: “Di şertên OHAL’ê de pêkanîna hilbijartinê ne bi aqilane ye. Divê aktoren siyasî ji girtîgehê bên berdan, hemû jiyên xwegihandinê di hilbijartinê de bên bikaranîn û hemû siyasetmedar bikaribin fikrê xwe azad bînin ziman. Lê em dinêrin çapemeniya tirkiyeyê di deste îktîdarê de ye. Di rastiyê de beriya referandum bê kirin gelek tişt di deste kesekê de ne. Ji ber wê divê em dengê ‘Na’ bilind bikin. Qedera gelê li tirkiyeyê bi hev ve girêdayîne. Dema em li qadên sendîkayê dinêrin em dibinin xebatkar tên îxrackirin. Li Mêrdînê 228 endamên tum Bel-Senê hatin îxrackirin û gotin ‘bi KHK’ê dawî li karê we hatiye’. Kê biryara vê da? Kesek bi serê xwe di pêvajoya OHAL’ê de bi KHK’ê dikare evqas kesan îxrac bike. Dema em lê dinêrin piştî referandumê dema îktîdara yekmirovî ava bû dê rayeya bi KHK’ê gelek jesan derxîne bide wî wê demê dê gelek xebatkarên din ji kar bên derxistin. Ji ber wê divê têkoşîn bê mezinkirin. Ger ‘Erê’ derbikeve dê gelek KHK jî derbikevin.”

Guzel, bi lêv kir ku di referandumê de ji bo jinan madeyek jî tune ye û wiha domand: “Yê ku vê zîhniyeta îktîdarê hilweşîne jinin. Dema em lê dinêrin di dema îktîdara AKP’ê de cinayetên jinan zêde bûne û her ku diçin zêde dibin. Pêwîste jin di referandumê de bêjin Na. Di madeyan de jin tune ne lê ya diviya bû ji bo pêşî li şîdetê bê girtin made hatibana derxistin. Li ser madeyên ku pêwîstiya civakê pê heye nayê axaftin. Di çarçoveya xebatên referandumê de me li Mêrdîne Platforma Jinên Mêrdînê ku ji hemû gelan pêk tê avakiriye. Jin dizanin ku zîhniyeta yek mirovî tiştekî nade wan û wekheviyê diparêzin. Yek ji sedemên rêxistinakirina Na’yê ya jinan jî parastina destkeftiyên xwe ne. Bi taybet dema em ji aliyê şaredariyan ve lê dinêrin li sedan zêdetir şaredariyan pergala hevserokatiyê hebû. Ev mînakek erênî bû di cîhanê de. Bi qeyûman re saziyên jinan hatin girtin û pergala hevserokatiyê ji holê rakirin.”