DÎLOK- Li Dîlokê ji 22 kesên hatin binçavkirin jê 7 xwendekarên zanîngehê bi giştî 9 kes hatin girtin. Hevseroka HDP’ê ya Dîlokê Guler Erat jî di nav de 13 kes bi şertê kontrola adlî hatin berdan.
Li Dîlokê di 18’ê Adarê de polisan bi navê “Operesyona Nevruz”ê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 12 jê xwendekarên zanîngehê 22 kes binçav kirin. Di nava kesên hatîn binçavkirin de Hevseroka HDP’ê ya Dîlokê Guler Erat jî hebû. Kesên hatin binçavkgirin sewqî dadgehê kirin. Dozger piştî li îfadeya 22 kesan guhdar kir bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya 22 kesan guhdadr kir, 7 jê xwendekarên zanîngehê bi giştî der barê 9 kesan de biryara girtinê da û der barê 13 kesan de jî bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da. 7 xwendekar bi îdîaya “Endamê rêxistinê", "propaganda rêxistinê kirine" "Li ser navê rêxistinê çalaki li darxistin” hatin girtin. Kesên hatin girtin wiha ne: Ji xwendekaran Nîsa Yilmaz, Hatîp Baran, Ahmet Zengîn, Mehmet Oktay Çakir, Îbrahîm Acar, Denîz Înanil, Berfîn Soylemez û welatî Mustafa Tunç û Semra Çelîk.
Hevseroka HDP’ê ya Dîlokê Guler Erat jî di nav de 13 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.