Eşîrên Tebqayê amadekariyên rêvebirina bajar dikin

REQA - Li aliyekê hêzên QSD’ê gav bi gav ber bi Tebqayê ve pêşde diçin, li aliyê din eşîretên li bajar xebatên avakirina meclîsê ya ku dê di rizgarkirina bajar de ragihînin dikin.

Pêşdeçûna şervanên Odeya Xezeba Firatê ya ber bi Tebqayê ve berdewam dike, eşîretên Tebqayê yên bi daxuyaniyekê piştgirî dan operasyona Reqa û Tebqayê ya hêzên QSD’ê amadekariyên piştî rizgarkirina avakirina meclîsa bajar dikin. Gelek eşire hatin cem hev, ji bo xebatên meclîsê ji aliyên cuda nêrîn girtin û tevlîbûnên herêmê ya nava QSD’ê jî didome.

'BAWERIYA ME BI QSD'Ê TÊ’

Serokê eşîreta Nasir Mihemed Salih Ebut diyar kir ku ji dema ku rizgarkirina Reqa û Tebqayê hatiye rojevê heya niha ew di aliyê leşkeri û siyasî de zarokên xwe perwerde dikin û wiha got: “Zarokên me di bin banê QSD’ê de perwerdeyê dibinin. Ji eşîretan 150 kes tevlî QSD’ê bûne û li dijî DAÎŞ’ê şer dikin. Baweriya me bi QSD’ê û vê hêzê tê. QSD’ê beriya niha çawa soz da û bi cih anî, dê niha jî Reqayê rizgar bikin û soza xwe bi cih bînin. Wekî gel daxwaza me ji vê hêzê ye ku Reqa û Tebqayê ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij bikin.”

BER BI MECLÎSA BAJAR VE

Ebut, da zanîn ku piştî rizgarkirina Tebqayê derbarê ew ê rêveberiyek çawa ava bikin carna tên cem hev û wiha pêde çû: “Ji bo meclîsa bajar em amadekariyên girtina berpirsyariyê dikin. Em ê bi xwe, xwe rêve bibin û meclîsa xwe ava bikin.”

Serokê eşîreta Mitêlat Abdullah Herdan Davut, anî ziman ku ji ber operasyonê ew spasiya QSD’ê dikin û wiha domand: “Tenê em li benda rizgarkirina Reqa û Tebqayê ne. Divê gelê me piştgiriyê bide QSD’ê. Tenê bi piştgiriyê em dikarin ji DAÎŞ’ê rizgar bibin. Bi taybet em vê alîkariyê ji eşîretên herêmê hêvî dikin. Em dizanin ku Reqa ji Eşîretan pêk tê. Ji ber vê divê piştgiriya herî mezin ew bidin. Hemû gelên Tirkmen, Ereb, Kurd û Suryanî dikarin cihê xwe di nava vê çêbûnê de bigirin. Em jî wekî eşîretên Tebqayê tene daxwazaek me ji QSD’ê heye ew jî azadkirina bajarê me ye.”

4 SALIN DIPÊN

Ji eşîreta Xemrî Omer El Xemrî jî bi lêv kir ku ew endamê Meclîsa Gel a Reqayê ye û wiha axivî: “Li hemberî gelan berpirsyariya me heye. ji ber wê em xebatan didin meşandin. Ev 4 sale em li benda azadbûna Reqayê ne. Tene hêviyek me heye Reqa û Tebqa ji çeteyan bê stendin û bi awayekî azad bê birêvebirin. Gelên kurd, ereb û xiristiyan yeketiya xwe avakirin. Em ji bo bajar û gelê xwe kom bûn û ji bo pirsgirêkan li çareseriyan digerîn. Hêviyên gel ji me hene. Ji bo em vana bi cih bîni têdikoşin. Ji bo QSD mezintir bibe em dest didin deste hev.”

Nazim Daştan - dihaber