AMED - Li Heserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" 8 sal û 9 meh caza hat birîn û biryara girtinê hat dayîn.
Di doza ku der barê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" û heta 15 salan ceza dihat xwestin de biryar derket. Yuksek beşdarî doza li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin nebû, parêzer di dozê de amade bûn. Di dozê de ewil parêzer Mesut Beştaş axivî û xwest hin şahid bên guhdarkirin û lêpirsîn bê berfirehkirin. Dozger xwest ev daxwaz bê redkirin. Serokê Heyeta dadgehê daxwaza parêzar a ji bo berfirehkirina lêpirsînê bi hinceta ku dê esasê dozê neguherîne red kir.
Parêzer Beştaş têkîldarî îdiaya kesê bi navê A.D. ê "di dadgeha gel de hatiye darizandin" kiriye xwest ev kes di dozê de weke şahid bê guhdarkirin û xebatên ku di îdianameyê de wekî sûc hatine bicihkirin, xebatên DBP'ê ne yan na, têkîldarî van xebatan lêpirsînê dîsîplînê hatiye vekirin yan na bê lêkolînkirin.
Parêzer Mehdî Ozdemîr jî xwest ku hêmayên ku mutala hatiye spartin bên lêkolînkirin. Parêzer Nurî Ozmen jî destnîşan kir ku lêpirsîna dîsîplînê ya ku ji navenda partiyê re hatiye şandin wekî "Xebata darizandinê ya KCK'ê" hatiye nîşandan, xwest ev bê lêkolînkirin û şahid bên guhdarkirin. Parêzeran ji bo parastinê dem xwestin.
DAXWAZA PARÊZERAN HAT REDKIRIN
Dadgehê daxwaza parêzeran red kir. Piştre parêzer Mesut Beştaş têkîldarî esasê parastin kir û wiha got: "Bi redkirina daxwazên me, ji bo parastinê dem nedayînê ve em difikirin ku mafê me yê parastinê tê astengkirin. Ligel ku em amade nînin jî ferzkirina parastinê astengkirina mafê me yê parastinê ye. Mutalaya dozê negihiştiye destê me. Di vî dozê de ji ber ku noqteyên madî nehatine lêkolînkirin em nikarin têkîldarî esasê parastinê bikin."
Piştî parastina parêzeran heyetê biryara xwe aşkera kir û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh ceza da Yuksek. Dadgeha ku ceza di asta herî jor de ceza da der barê Yuksek de biryara girtinê jî da.
Parêzerên ku li hemberî biryarê nerazîbûn nîşan dan dê biryarê temyîz bikin.
Yuksek di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de di 10'ê Gulana 2016'an de hatibû binçavkirin û di 13'ê Gulana 2016'an de jî hatibû girtin. Yuksek di 7'ê cotmeha 2016'an de hatibû berdan.