GÎRESÛN - Li Girtîgeha Gîresûnê 30 girtiyên siyasî 14 roj in di gireva birçîbûnê de ne.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê, greva birçîbûnê ya ji aliyê 30 girtiyên siyasî bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û zextên li girtîgehan bi dawî bibe beriya 14 rojan hatibû destpêkirin berdewam dike. Girtiyên bi riya telefonê xwe ragihandin malbatên xwe diyar kirin ku dê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger heya daxwazên wan bi cih bê dê berdewam bike.