STENBOL - ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexwe cara 244'emîn çalakiya "Rûniştina F" pêkanîn û di çalakiyê de xwestin girtiyê nexweş Mehdî Boz bê berdan.
Komîsyona Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş cara 244'emîn çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê pêk anî. Di çalakiya ku pankarta "tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn" hat vekirin de dirûşmên "bêdeng nebe û ne hevkarê sûc" û "Bila girtiyên nexweş bên berdan" hatin berzkirin.
Di çalakiya ku daxwaza berdana girtiyê nexweş Mehdî Boz ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dimîne hat kirin de daxuyanî ji aliyê Seza Mîs Horuz ve hat xwedin. Horuz, diyar kir ku piştî darbeyê bi OHAL a hatiye îlankirin re zext û êrîşên li girtîgehan zêde bûne û wiha got: "Bi KHK'ê dixwazin êrîş û zextan rewa bikin. Bi taybet tecrîda li dijî girtiyên siyasî girantir bûne. Çi dibe bila bibe, çi kirîbe bila kirî be girtî destpêkê mirovin, nikara wan ji mafên bingehîn û azadiya wan bêpar bê hiştin. Girtî j mafê xwe yên wekî girtina dermanên dil, tansiyon û yên din bêpar tên hiştin. Boz piştî girtîgehên Dîlok, Elezîz, Sêrt û Bedlîsê ev 6 mehin di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de tê girtin. Girtiyê ku nexweşiya wî gihiştiye astek jêneveger ji bo di şertên pêwîst de bê dermankirin divê bê berdan."