ENQERE - Berpirsiyarê Giştî yê Çapemeniya HDP'ê Saruhan Oluç, diyar kir ku di navbera 1-22'ê Adarê de qanala TRT Haberê hezar û 390 deqîqe cih da axaftina Serokomar, 2 hezar û 723 deqîqe cih da axaftina AK Partiyan, 216 deqîqe cih da CHP'iyan, 48 deqîqe cih da MHP'iyan, lê qet cih neda HDP’iyan. Oluç, têkildarî mijarê daxwaznameya glî da RTUK'ê.
Berpirsiyarê Çapemeniyê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Saruhan Oluç, têkildarî ambargo û sansura TRT Haber ya li ser HDP'ê li RTUK'ê gilî kir. Oluç daxwaznameya gli da RTUK'ê û diyar kir ku li ser wan ambargoya weşanê heye. Oluç, di heman deme de nayeke ji nûnerên çapemeniyê re şand. Oluç di daxwaznameya da RTUK'ê de wiha got: "Di navbera 1-22'ê Adarê de qanala TRT Haberê hezar û 390 deqîqe cih da axaftina Serokomar, 2 hezar û 723 deqîqe cih da axaftina AK Partiyan, 216 deqîqe cih da CHP'iyan, 48 deqîqe cih da MHP'iyan, lê qet cih neda HDP’iyan. Di navbera 1-22'ê Adarê de TRT Haberê ji bo Serokomar 6 bername, ji bo AK Partiyê 15 bername amade kir. Cih neda bernameyên CHP, HDP û MHP'ê Di navbera 1-10'ê adarê de di bultenên nûçeyan ên TRT Haberê de ji bo Serokomar 375 deqîqe, ji bo AK Partiyê 693 deqîqe, ji bo CHP'ê 52 deqîqe, ji bo MHP'ê 49 deqîqe cih da. lê qet cih neda HDP'ê.
DIVÊ SAZIYA TELEVÎZYON Û RADYO YA TIRKIYE
Oluç, anî zimanku li gorî xala 5'emîn a 'Pîvanên Weşanê' ya Qanûna TRT a xala 2954'an divê di aliyê komkirin, hilbijartin û weşandina nûçeyan de bê alî tev bigere. Dîsa divê li ser rêgeza rastî û objektîvbûnê tev bigere û wiha got: Li gorî benda (m) jî divê di mijarên ku cemaweriyê eleqeder dike têr û tije weşanan bike û cemaweriyê di her alî de ronî bike. Dive yek alî weşanê neke û nekeve bin baskê kom û partiyên siyasî û rêxistinên berjewendîkar.
TRUK jî ji venertinaw an berpirsiyar e. Li gorî vê yekê TRT niha tekildarî partiyên siyasî yek alî û ji partiyekê tenê re weşanê dike. Li dijî rêgeza wekheviya firsendê û yek alî weşanê dike. Destûr nade cemawerî azad bifikire û azad rastîyê bibîne. Di qanala TRT Haber de li gel ku du partiyên muxalif di meclîsê de komên wan hene jî cih nade weşan û bernameyên wan. Her çend cih dide bername û bultenên partiyên îxtîdarê û bi awayekî zindî weşanên wan pêşkêş dike jî qet cih nade bername û xebatên referandumê yên partiyên muxailf. Di weşanên bultenên nûçe û weşanên bernameyên zindî de qet cih nedaye xebatên referandumê yên partiya sêyemîn a meclîsê Partiya Demokratik a Gelan. Destûr û firsendê nade HDP’ê û destûr nade cemawerî azad qeneetê pêş bixe. TRT Haber ku mecbûre bê alî tev bigere li dijî zagona RTUK'ê û pîvanên weşanê yê Lijneya Hilbijartina Bilind tev digere.
Li gori vê yekê:
TRT'ê di navbera 1-22'ê Adarê:
Serokomar: 321 deqîqe,
Hikûmet/AKP: 568 deqîqe
HDP: 0 saniye
1-22 Adar bernameyên TRT Haberê
Serokomar : 6 bername
Hikûmet /AKP: 15 bername
CHP: 0 bername
HDP: 0 bername
MHP: 0 bername
1-10 Adar bultenên nûçeyan ên TRT Haberê
Serokomar: 375 deqîqe
Hikûmet /AKP: 693 deqîqe
CHP: 52 deqîqe
HDP: 1 deqîqe
MHP: 49 deqîqe
TRT Haber ku li gorî zagon û qanûna RTUK'ê divê bê alî, rast û objektîf nêzîk bibe qet cih nedaye HDP’ê û bûye aliyê partiya îktidarê. Zagona bêliyê îhlal kiriye.
Qanala TRT Haber li dijî zagona 2954'ê ya Qanûna TRT'ê û xalên girêdayi Zagona RTUK'ê ya 6112'an rêgeza rastî, bêalî û mafê azadiya agahgirtina cemaweriyê îhlal kiriye."
Saruhan Oluç ,herî dawî nameyek ji hemû nûnerên çapemeniyê re şand û wiha got: "Partiyek siyasî ku dengê 6 milyon gel stendiye niha di bin ambargoya medya te tê girtin. bir siyasi parti olarak yaşadığımız ağır medya ambargosu, Beri her tiştî TRT ku li gorî zagonan divê bê alî tev bigere zagon binpê kirine. Li gorî daneyên di destê me de TRT dema kampanyayên partiyên siyasî diweşîne zagonên RTUK'ê binpê dike û rêgezan aşkere binpê dike.
Li gorî bername û weşanên zindî yên bultenan ên di navbera 1-22'ê Adarê de di TRT Haber de hatine weşandin 390 deqîqe cih da Serokomar, 2 hezar û 723 deqîqe cih da AK Partiyan, 216 deqîqe cih da CHP'iyan, 48 deqîqe cih da MHP'iyan, lê qet cih neda HDP’iyan. Em wekî partiya sêyemîn ku 6 milyon dengê gel stendine ji bo welatî ji mafê xwe yê ragihandinê bigire û rastiyan bê alî fêr bibe piştgiriya we çapemeniyê dixwazin."