EDENE - Belavkarê rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundem ên bi KHK’ê hatin girtin Hakan Ergun ji doza bi girtî dihat darizandin hat berdan.
Belavkarê rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundem ên bi KHK’ê hatin girtin Hakan Ergun bi sucdariyên “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” girtî dihat darizandin hat berdan. Di doza li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin de Ergun û parêzer made bûn. Piştî nasandina nasnameyan Ergun parastina xwe bi kurdî kir û parastina xwe ya rûniştina yekemîn de dubare kir û got ew rojnamegere û daxwaza berdana xwe kir.
Heyeta dadgehê biraya bi şertê kontrola edlî berdana Ergun da û doz taloqî 23’yê Gulanê kir.