Li Gola Seyhanê cenazeyê jinekê hat dîtin

EDENE - Li Bendava Gola Seyhana Edeneyê cenazeyê jineke nasnameya wê ne diyar hat dîtin.

Li taxa Gol a navçeya Çukuruva Edeneyê li ber Bendava Gola Seyhanê cenazeyê jinekê hat dîtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxisitn, peywirdarên paqijiyê yên li ber Bendava Gola Seyhanê dixebitin di golê de tiştek dîtin li ser şupheya dibe ku cenaze be agahî dan polîsan. Komên polîsan ên hatin cihê bûyerê di lêkolînên kirin de cenazeye jinekê dîtin. Piştî cenaze ji golê hat derxistin di lêkolîna destpêkê de rastî şopên derpkirinê, kêr û guleyê ne hatine. Li ser cenaze nasname derneket û hat diyarkirin jin 30-35 salî ye. Li ser vê yekê şopên tiliyan hat girtin û ji bo otopsiye cenaze rakirin Saziya Tiba Edlî.

Derbarê bûyerê de polîsan lêpirsîn da destpêkirin.