Li Riha 22 kes hatin girtin

RIHA - Li Rihayê ji 60 welatiyên hatin binavkirin 22 kes bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.

Li Riha û navçeyên wê di 18’ê Adarê de, di serdegitina polîsan a malan de 60 kes bi îdîaya tevlî meşa Amarayê ya 2014’an bûne û di parvekirinên xwe yên tora civakî de “propagandaya rêxistinê kirine” û “heqret li serokomar û mezinên dewletê kirine hatin binçavkirin. Welatiyên li midûryeta polîsan karên wan bi dawî bûn sewqî dadgeha Rihayê hatin kirin. Di doza ku gelek welatiya li ber deriyê dadgehê şopandin de ji 60 kesên îfade dan dozger 30 kes hatin berdan û 22 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

22 welatiyên li dadgehê îfade dan bi heman hincetan hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.