ÎZMÎR - Bi pêşengiya Hêzên Demokrasî û Kedê yê Îzmîrê di 1'ê Nîsanê de bi slogana "Hêviya xwe ji welatê xwe qut neke" dê "Mîhrîcana Na" bê lidarxistin.
Li Îzmîrê ligel hemû astengkirinan jî xebatên eniya "Na" her diçe berfireh dibe. Bi pêşengiya Hêzên Demokrasî û Kedê yê Îzmîrê di 1'ê Nîsanê de bi slogana "Hêviya xwe ji welatê xwe qut neke" dê "Mîhrîcana Na" bê lidarxistin. Mîhrîcan dê li Qada Gundogdu bê lidarxistin û hunermendên herêmî dê beşdar bibin. Dîsa bi standan ve sedemên "Na" ji gel re bê parvekirin.
Li ser navê Hêzên Demokrasî û Kedê Sekreterê TMMOB'ê yê Îzmîrê Melîh Yalçin diyar kir ku armanca bermaneyê xurtkirina dengê "Na"ye. Yalçin anî ziman ku ew ê mîhrîcaneke bi helbest û muzîk li dar bixin, ew ê ji bo berfirehkirina kampanyaya "Na" çi ji destên wan bê bikin.
KOMÊN KU DI MÎHRÎCANÊ DE CIH DIGIRIN
Yalçin diyar kir ku bi dehan komên muzîkê û hunermend beşdarî mîhrîcanê bibin. Yalçin got ku Ahura, Koma Muzîkê ya Cumantesî, Evrîm Ozkaynak, Fourfeit, Her Derde Deva, muzîkjenên ÎMD, No Name, Praksis, TTN Metallica Tribute, Repertorie Dogs, Orkestraya Kolanê, Sinestezi û Orhan Alkaya beşdarî mîhrîcanê bibin. Yalçin ji 7 salî heta 70 salî hemû kes vexwend mîhrîcanê.